Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgehê ji ber twetta wê ya 6 sal berê avêtiye sal û 3 meh cezayê girtîgehê li rojnameger Sabîha Temîzkanê biriye. Temîzkanê di sala 2014an de li ser Twitterê nivîsîbû ku “Qempa Mexmûrê ketiye destê DAIŞê…”
Dadgehkirina Temîzkanê li 35em Dadgeha Cezayê Giran pêk hatiye. Temîzkan û parêzer Veysel Ok beşdarî danişînê bûne.
Temîzkanê gotiye ku “Min nûçeyek parve kir lê min ji bîr kiribû ku ez lînkê li binê wê zêde bikim. Lînk nebe jî ji xwe diyar e ku mesaja min sernivîsa nûçeyekê ye. Lewre ez nafikirim kum in bi parvekirineke wiha re sûcek kiribe. Ez daxwaz dikim ku beraet bikim.”
Parêzer Okî jî gtiye ku nêrîna dozgerî dijhiqûqî ye û ti tiştek di parvekirina miwekîla wî de nîne ji bo bibêje ev propagandaya rêxistinê ye.
Piştî navberê heyeta dadgehê bi îdiaya ku “propagandaya rêxistinê kiriye”, sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Temîzkanê biriye.
Ji ber ku di danişinên beriya niha de Temîzkanê gotiye ew naxwaze aşkerekirina biryarê were taloqkirin, heyete aşkerekirina biryarê taloq nekiriye. Her weha heyetê gotiye ku ji ber poşmanî nîşan nedaye ew cezayî taloq nakin. (HA/FD)