Ji ber teqîna ku li Kolana Îstîklalê, ya Taksîma Stenbolê pêk hatiye Ahlam Al Başîr jî di nav de 17 kes hatine girtin. Piştî ku di 14ê Çiriya Paşiyê de teqîn pêk hatibû, polîsan Ahlam Al Başîr li Kuçukçekmeceya Stenbolê û 50 kesên din desteser kiribûn. 2 kes piştî ku li navenda emniyetê îfade dabûn, serbest bûbûn.
Piştî ku îfadeyên 49 kesan li navenda polîsan qediya, ew duh birine Edliyeya Çaglayanê ya Stenbolê. 29 dozgeran jêpirsîna 49 kesan kiriye. 28 kes piştî ki îfade dane dozgeran, serbest bûne. Ahlam Al Başîr jî tê de yên mayî, şandine ber destê dadgehê. Dadweriya Aştî û Cezayî jî Al Başir jî tê de biryara girtina 16 kesan daye. Ev 17 kes bi tohmeta ku "yekîtî û hevgirtina dewletê têk birine", "bi zanebûn kuştine", "Alîkariya kuştina bizanebûn kirine", "hewl dane ku bi zanebûn bikujin" hatine girtin. 3 kes bi şertê kontrola edlî serbest bûne, ji bo 29 kesan jî biryara dersînorkirinê dane.
Al Başîrê li dozgeriyê tiştekî din gotiye
Kanalên medyayê yên berbelav yên nêzîkî hikûmetê îfadeya ku Al Başîrê daye dozgeriyê weşandibûn. Îfadeya ku Al Başîrê li dozgeriyê daye û ya li emniyetê dabû, ji hev cuda bû. Al Başîrê li dozgeriyê îfadeya xwe ya li emniyetê daye, qebûl nekiriye.
Wekîlê Serdozgerê Biroya Lêpirsînê ya Sûcên Teror û Birêxistin ê Stenbolê îfadeya Al Başîrê wergirtiye.
Al Başîrê gotiye ku ew 20 salî ye, ereb e û misliman e.
Her weha gotiye, "YPGyê ji min re got ku divê tu biçî Tirkiyeyê, lê sedema wê negotin. Ez tevî Bilalî hatim Stenbolê."
Al Başîrê di dewama axavtina xwe de diyar kiriye ku beriya êrîşê ew sê caran çûye Taksîmê û ev ne ji bo "keşifkirinê bûne."
"Roja bûyerê, tevî Bîlalî cara çaran çûm Taksîmê. Bîlalî hûrik mûrik xistine çenteyî. Paşê hinekan telefonî wî kir. Ji min re got 'tu bisekinî, ez ê bêm'. Dema ez li benda Bîlalî sekinîm, ez çûm dikaneke kozmetîkê. Min ji wir ji xwe re rîmel kirî. Ez li ser bankê rûniştim. Dema min bi destê xwe çente kontrol kir li ser cîps hebûn. Dema min bi destan peland li jêr tiştekî nerm hebû. Min got qey tiryak e. Ez rûniştim, dema ez li wir disekinîm kesê nasnavê wî Haci telefon kir. Got 'çenteyî li wir bihêle û ji wir çiçe'. Min hişt. Ez çûm. Min li perfûman dinêrî, di wê esnayê de teqîn pêk hat, min perfûm hişt û ez reviyam. Ez li taksiyê siwar bûm, ajokarî dema di telefonê de nîşanî min da, min fam kir bê ka çi bûye."
Li emniyetê îfadeyeke cuda dabû
Lê Al Başîrê di "jêpirsîna fermî" de ya ku Internet Haberê weşandiye, bi van gotinan behsa teqînê kiribû: "Terorîstê PKK/YPGyî yê navnavê wî 'Haci' ye fermana çalakiya bibombe ya li dijî Tirkiyeyê dabû. Dema ez li bankê rûniştîbûm endamekî din ê rêxistinê fotografê min girt. Terorîstê bi navê Hacî li qerebalixê nerî û ferman da ku ez biteqînim. Piştî wê fermanê ez ji bankê rabûm û min bombe teqand." (FD)