Bûrak E. alîkarê midurê lîseyeke li Cizîrê, navçeya Şirnexê beriya niha ji ber tacîza zayendî li 43 xwendekaran kiribû, hatibû cezakirin. Di encama dadgehkirinê de dadgehê 22 meh û 15 roj cezayê girtîgehê li Bûrak E.yî birîbû. Paşê 7 xwendekarên din ji ber heman mijaran giliyê Bûrak E.yî kiribûn. Doz li Bûrak E.yî hatibû vekirin û ew bi “tacîza zayindî”, “îstîsmara zayendî ya li zarokan a bi destavêtinê pêk tê” û “êrîşa zayendî ya sivik” dihate tohmetkirin.
Dadgehkirina Bûrak E.yî li Dadgeha 2yem a Cezayê Giran a Cizîrê pêk hat. Bûrak E. ji bajarê lê yî bi rêya Sîstema Deng û Dîmenan (SEGBIS) beşdarî danişînê bû.
Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz, parêzerên Navenda Mafên Zarokan ên Baroyê, parêzerê Wezareta Malbatan û Xizmezguzariya Civakî, rêvebirin Komeleya Mafên Mirovan (IHD) û yên Egitim Senê jî danişîn şopandin.
Li gorî nûçeya MAyê, dozgerî mîna danişîna beriya niha, nêrîna xwe dubare kir. Savciyî xwest ku gilîkirina xwendekar Ş.S. ji dosyayê bê derxistin, ji bo gilîkirinên xwendekar B.Ç. û E.Y. biryara beraetê bidin û ji bo gilîkirinên E.I., B.Y., Z.Y. û B.I. bila Bûrak E. bê cezakirin.
“Divê bê cezakirin”
Serokê Baroya Şirnexê li dijî daxwazên dozgerî derket û got ku bersûcî gelek caran bi heman rêbazê kar kiriye, li digel vê jî hîna delîlên berbiçav tên xwestin. Dîlsîzî diyar kir ku divê bersûc bê cezakirin û bê girtin.
Piştî parêzerên din jî axivîn, Bûrak E. axivî û îdia kir ku wî tacîz li kesî nekiriye. Her wexa daxwaza beraeta xwe kir.
Heyeta dadgehê paşê biryara xwe aşkere kir û ji ber kiryarên Bûrak E.yî yên li dijî xwendekar Z.Y. 7 roj û 15 meh cezayê girtîgehê, ji bo yên li dijî E.Y. jî bi heman rengî 7 meh û 15 roj cezayê girtîgehê lê birî. Her weha biryar da ku aşkerekirina van biryaran taloq bike.
Dîsa ji bo kiryarên li xwendekar B.S. kiriye 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Bûrak E.yî bibire, lê ev biryar taloq nekir. Ji bo çar kiryarên li çar zarokên din kirine, dadgehê biryara beraetê da. (RT/FD)