Fotograf: SpaceX/Twitter
SpaceX û Daîreya Asmanî û Fezayê ya Amerîkayê (NASA) bibiryar bûn ku duh wesayita fezayê ya bi navê Spacex Falcon 9ê bi hev re bişînin fezayê. Lê ji ber şert û mercên hewayê hat taloqkirin.
Li gor daxuyaniya ku li ser hesabê Twîtterê yê NASAyê hat dayîn, ji bo şandina roketê mabû çend deqîqe, lê ji ber rewşa hewayê şandina wê dane sekinandin.
Di daxuyaniyê da hatiye gotin ku "Ji ber şert û mercên hewayê em îro nikarin (roketê) bişînin." Li gorî heman daxuyaniyê wê roket roja şemiyê li gor saeta Rojhilatê Amerîkayê di 15:22yan de cardin were ceribandin.
Roket wê li Naventa Fezayê ya Kenediyî ya li Girava Merrîttê bihate şandin ku li Florîdayê ye. NASAyê amadekariyên dawiyê yên ji bo şandina roketê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî bi awayekî zindî weşandibû.
Astronot Robert Behnken û Douglas Hurley wê bi vê roketê re biçûna Îstasyona Fezayê ya Navnetewî (ISS) û li wir wê beşdarî kare astronotên din ên li Expedidtion 63yê bibana.
Donald Trump, Serokê DYAyê ji bo ku beşdarî merasima şandina roketê bibe çûbû Florîdayê û di merasimê da cihê xwe girtibû.
Piştî 9 salan li ser axa Amerîkayê cara yekê bû ku mekîkeke bimirov wê biçûya fezayê. (FD)
Çavkanî: AA