Fotograf: Twitter
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ji ber ku bihayê lîreyê tirkan li beramberî pereyên din kêm bûye, li gelek deveran xwenîşandan pêk hatine.
Çalakvanan sloganên “Em nikarin debara xwe bikin” û “Hikûmet bila dest ji wezîfeyê berde” berz kirine.
Di 23ê Çiriya Paşiyê de, yek Dolarê amerîkî bi bihayê 13.50 lîreyê tirkan dihate kirîn û firotin. Yek Euroyek jî bi 15.20 lîreyî dihat kirîn û firotin. Di dîroka Komara Tirkiyeyê de bihayê lîreyî li beramberî pereyên din, cara yekem e ku daketiye vê astê. Bi vê rewşê re bihayê kelûpeyan jî zêde bûye û krîza aboriyê destpê kiriye.
Li gelek deveran welatî ji bo vê rewşê protesto bikin, çalakî li dar xistine.
Heman rojê di saetên êvarê de, welatî li Stenbol, Edene, Bûrsa, Antalya, Mêrsîn, Amed, Hatay, Edîrne, Eskîşehîr, Denîzlî û Samsûnî çalakî li dar xistibûn.
Duh (24ê Çiriya Paşiyê) jî li hin deveran çalakî pêk hatine.
Li Stenbolê komek çalakvan desteser kirine
Şaxê Stenbolê yê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek weşandiye û gotiye ku li Kadikoyê polîsan bi tundî midaxele li çalakvanan kirine û 55 kes desteser kirine.
İSTANBUL | Kadıköy'de bir kadın eylemciye onlarca polisin saldırıp gözaltına altığı görüntüler!
— Özgür Gelecek (@ozgur__gelecek) November 24, 2021
Polis, Kadıköy'ün her sokağında işkenceyle gözaltı yapıyor#BATTIK #hükümetistifa #AKPistifa pic.twitter.com/BpViqhx2JI
Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê heta niha ti daxuyaniyek ne daye.
ÇHDyê diyar kiriye ku kesên li Kadikoyê hatine desteserkirin, tên tohmetkirin ku “Li dijî qanûna civîn û meşên xwenîşandan a hejmar 2911ê derketine.”
Di heman daxuyaniyê de hatiye gotin ku wê çalakvan serbest bibin.
Welatiyan xwestiye li navçeya Avcilarê, li ber Peykerê Erdhejê civîneke çapemeniyê li dar bixin. Lê polîsan ew asteng kirine. Welatiyan civîna xwe li Parka Teqawidbûyan a Avcilarê kiriye.
Polîsan li Şşliyê jî midaxele li welatiyan kiriye û 2 kes desteser kirine.
Li Enqere û Mêrsînê jî çalakî pêk hatine
Li Mêrsînê welatiyan xwestiye çalakiyekî li dar bixin. Welatiyan slogana “Em nikarin debara xwe bikin” berz kiriye lê polîsan midaxeleyî wan kiriye.
Halkevleriyê ragihandiye ku li Çanakkaleyê, li Qada Mumtaz Pirinççilerî welatiyan xwestiye çalakiyeke protestoyî li dar bixin lê polîsan êrîşî wan kirine. Li gorî encamên destpêkê 13 kes desteser bûne.
Li Enqereyê xwendekarên Zanîngeha Bîlkentê, slogana “Ciwan li ser pêyan e, li dijî AKPyê li ber xwe didin” ber zkirine û daxwaza îstîfaya hikûmetê kiriye.
Xwendekarên Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn (ODTU) bi heman armancê çalakiyek pêk aniye.
Li Samsûnê, li ser bana Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Samsûnhe çalakiyek pêk hatiye. Çalakvanan daxwaz kiriye ku hikûmet îstîfa bike. (TP/FD)