Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Antalya yek ji bajarên çandiniyê yê herî girîng ê Tirkiyeyê ye. Li vir halên sebze û mêweyan ji ber qedexeya derketina derve nikarin kar bikin. Wezareta Karûbarên Hundir biryar da ku qedexeya derketina derve pêk were, destûra danîna bazarên taxan jî qedexe bûn. Vê hişt ku sebze û mêwe di destê sîmsaran de bimhine. Digel ku bihayê van berheman nêvî nêvî kêm bûye jî kes nebû bikire.
Ji ber vê rewyê ye ku cotkarên Antalyayê bi rojan e sebze û mêweyên berhevkirine, davêjin li rex rê û daristanê. Dema vîdeo û fotografên vî tiştî li ser medyaya civakî belav bû, gelek kesan bertek nîşan da. Li ser vê yekê, Wezareta Karûbarên Hundir biryareke nû daye û ew ji hemû Walîtiyan re şandiye. Li gorî vê biryarê, bazarên ku bi tenê zebze mêwe û şitlan difroşin, wê bikaribin 8 û 15ê Gulana 2021ê ango ew her du rojên rojên şemiyê vekirî bin.
Berhemên di destê wan de mabûn avêtin çopê
Lê belê ew bangên ku dibêjin "ji halan mehsûlan neynin" berdewam dikin. Di rewşeke wiha de cotkaran diyar kirin ku tenê rojekê destûra bazarê têrê nake. Li gorî gotina cotkaran, ji ber ku li derve ihtimala pêketin û belavbûna nexweşiyê kêm e û xwestin bazarên taxan vebin. Di heman demê de xwestin ku destûrê bidin ji bo firotina sebze mêwe û zadî a li kolanan.
Hilberîneran diyar kirin ku welatiyên dahata wan kêm e tên li bazarên taxan pêdiviyên xwe dikin û xwestin ku di dema qedexeyê de ew kes du caran mexdûr nebin. Cotkaran got: "Dema ku mehsûl neyê firotin we destûra didin me, bi kêrî tiştekî nayê. Ji bo hilberîner, bazirgan û hemwelatî zirarê nebînin divê bazar vebin. Heke di vê demsalê de em nikaribin berhemhen xwe bifroşin, wê rewşa me nebaş be."
Fotograf: Twitter
Demeke berê, kartol û pîvazên ku di destê hilberîneran de mabûn, ji embaran hatin hildan û dan kesên ku pêdiviya wan bi alîkariyê heye. Ji hilberînerên ku li Bûrsayê xiyar diçandin jî ev daxwaz hate kirin. Hilberînerên li Antalyayê xwestin ku bi lez û bez tedbîran bistînin û gotin ku sebze û mêweyên din bi qasî kartol û pîvazan namînin, zûtir xerab dibin. Wan got, pirsgirêk bêhtir di berhemên weke hêk, xiyar, îsot, firingî û tûfirengî de heye.
“Ti wateya wê nîne hefteyê carekê bazar vebin”
Fotograf: Cotkar Oktay Çetin
Yek ji cotkarên Antalyayê Oktay Çetînî bal kişand ser biryarnameya ku ji Wezareta Karûbarên Hundirî weşandiye û wiha got: “Ti wateya wê nîne hefteyê carekê bazar vebin. Li vir bi hezaran cotkar her roj bi tonan zebze hildiberînin û ev sebze ne wekî pîvaz an kartolan e ku di embaran de bimînin. Duh min 700-800 kîlogram îsot berhev kirin û min birin halê. Sîmsarî got ku pandemî heye, loma em nikarin bikirin. Ez bi derî derî geriyam, lê kesî ew nekirîn û min ew bir û li erdê reşand. Min îro hinekî din berhev kirin, wan got ku ew ê hefteyê carekê bazar vebin, mehsûlên me yên bi 4 lîreyê bi 2 lîreyan kirîn.
“Ez tenê nînim div ê rewşê de, rewşa hemû cotkaran heman e. Dema ku mehsûl neyê firotin, hinek wan diavêjin û hin jî didin mîh an berxan. Hin kes ji me aciz dibin ji ber ku em wê li gel belav nakin. Jixwe zirara me heye û em nikarin heqê barkirinê bidin. Ger yek hebe ku were wan bigire, bila were û bistîne, bila li wan helal be. Lê pandemî heye û kes nikare derkeve kolanan. Ji ber vê yekê, hûn dibînin, qeweta me tune ku em wê li gel belav bikin.
“Hikûmetê pişta me şikand”
“Em fêhm nakin ka sûk ji bo çi girtî ne. Ew ji me re dibêjin ku pandemî heye ji bo wê me girt. Mirovên me diçin navendên kirîn û firotinan û li wir nexweş nabin. Ma wê çawa li cihên vekirî nexweş bibin. Bi rastî em nikarin vê fam bikin. Dewlet me bi vî rengî mexdûr dike. Bazar pişta me bû û dewlet zend li pişta me xist. Em seqet bûne.
“Binêrin, min sala borî 6 dekar sera çandibû. Heya dawiya salê, min bi bihayê 34 hezar TLyî derman û gubre xerc kir. Îsal, min karî 3 hektar û nîv zevî biçînim û demsal hêj 2 meh û nîv maye ku biqede û min niha 36 hezar lîra xerc kiriye. Bi gotinek din, me mesrefeke cuda nekiriye, me heman zibil û derman kirî. Dolar rabû, firotan ket, benzîn rabû. Ji ber vê yekê lêçûnên me du qat zêde bûne. Bi her awayî me par ti qezenc nekir, me bi zorê heqê karkeran da. Îsal, me karker kêm kirin.
“Sala borî me îsot bi 4 lîreyî firot, îsal jî me ew bi lîre û nîvê 5 firot ku % 14 wê ji sîmsaran re diçe. Binêrin, îro deynê min ê kredîyê hebû, divê ez bidim. Ez neçar bûm ku biçim ji simsarî deyn bikim û bidim. Ji ber vê yekê em deynan bi deynan didin. Bi vî rengî, dewlet destên me girêdide. Em nikarin vî rengî bidomînin.
“Bes e ku ew ji me re nebin asteng”
“Zabita li ber deriyên sûkan disekinin û bi hejmar mirov dikarin bikevin nava bazarê. Hewce nake ku bazarê bigirin. Çi be jî, hinardekar mal nakirin. Derfeta me tune ku em wan wekî kartol û pîvazan di embarên de bihêlin. Binêrin, li vir em sebzeyan bi 2 lîreyan difroşin, li Stenbolê bi 13, 14 lîreyan tê firotin. Gelê me bi vê mexdûr dibe, em dixwazin gelê me erzan bikire. Ger hukûmet dengê me dibihîze, bila ew sebze bi erzanî ji me bikirin, qe nebe gelê me sebzeyên bi erzanî bixwin. Em tenê ji dewletê dixwazin ku bazaran negire. An jî bila ew me asteng nekin."
“Bila bazaran vekin”
Fotograf: Îsmaîl Oz (Medyaya Civakî)
Ismail Oz, Serokê Odeya Bazirganên Antalyayê, diyar kir ku “Ji ber bazarên taxan bi tevahî girtî ne, mal nayên firotin. Ji ber vê yekê mehsûl di destê hilberînerê de maye”. Ozî anî ziman ku keda hilberîneran vala çûye û wiha got: “Heftê rojekê bazar vedibe, ev ji bo bazirganan, cotkar an civakê re têrê nake. Dewlet hezar lîreyan piştgirî dide û ji me re dibêjê îdare bikin. Kî dikare di vê bihayiyê de debara xwe bi hezar lîreyî bike. Hem hilberîner, hem bazirgan û hem jî sîmsar hewcey ye niha deynên xwe bi tevahî bidin. Bazarên taxan girtî ne û ev tişt dest û lingên me girê dide.
*Gava ku bazirgan nikaribe bazarekê peyda bike ku tiştan bifroşe, hem hilberîner, hem bazirgan û hem jî xerîdar gelek êş dikişînin. Dema ku firingî li supermarketan 10 lîre bû, li sûkan 5 lîre bû. Bihayê tiştan nîvê nîvê ye di navbera supermarket û bazaran de. Jixwe gel ji ber zêdebûna bihayan nerazî bû, niha nerazîbûna wan hêj bêtir bûye ji ber ku bazar girtî ne. Çotkar tenê ji bo xwe zebzeyan naçînin. Her kes ji vê sûdê werdigirin. Em dixwazin bazar werin vekirin û piştgiriyê bidin cotkar, bazirgan û pazarvanan." (VO/FD)