Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ji ber ku biryara tayînkirina Prof. Dr. Melih Buluyî ya ji bo rektoriya Zanîngeha Bogaziçiyê protesto kirine, 17 xwendekar vê sibehê desteser kirine. Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Melih Bulu weke rektor tayîn kiribû.
Ismaîl Çatakli, Berdevkê Wezareta Karûbarên Navxweyî gotiye ku ji 17 kesan tenê 2 kes xwendekarên Zanîngeha Bogaziçiyê ne û “Me dît ku gotin ‘polîsê kujer, me dît ku pehînan li polîsan didin. Lewma çi hewce dike em ê bikin.”
Parêzer Çagan Yaziciyî ji bianetê re got ku ji bo 17 kesên li emniyetê tên girtin, biryara desteserkirinê ya 2 rojan heye.
Kolektîfên Xwendekaran li ser hesabên xwe yên Twitterê mesajek weşandine û wiha gotine: “Girtine ser malên zanîngehvaniyên li Bogaziçiyê kayûm protesto kirine û ew desteser kirine. Çar ji wan ji Kolektîfên Xwendakaran gelek zanîngehvanî hatine desteserkirin. Li gorî texmînan di destê polîsan de lîsteyeke dirêj heye.”
“Hevalên me li ku ne?”
Piştevaniya Bogaziçiyê jî peyamek li ser hesabê xwe yê Twitterê weşandiye û gotiye, “Melih Bulu hevalên me li ku ne?”
Li 13 navçeyan bi ser 24 malan de girtine
Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê ji bo 28 kesan biryara desteserkirinê heye ku biryara tayînkirina Buluyî protesto kirine. Di heman nûçeyê de hatiye diyarkirin ku bi tohmeta “Li dijî Qanûna Meşên Xwenîşandan û Civînan a hejmar 2911ê” û “berhingariya li dijî karmendên wezîfedar” 16 xwendekar hatine desteserkirin.
Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê jî daxuyaniyek weşandiye û gotiye ku li 13 navçeyan girtine ser 24 navnîşanan û karûbarên xwendekarên desteserkirî li navenda emniyetê dewam dike. (DŞ/FD)