Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
1em Fermandariya Artêşê ya Fermandariya Hêzên Bejahî derbarê êrîşa li ser Dogan Çetînî de lêpirsîn ku li Edîrneyê leşkeriya mecbûrî dike.
Li gorî nûçeya Ahmet Kanbalî ya ku di Ajansa Mezopotamyayê de hatiye weşandin ji ber gotiye “Xwezî me perwerdeya bi kurdî bidîta” du leşkeran êrîşî Çetînî kirine û ew birîndar kirine. Çetîn li bal dozgeriyê giliyê her du leşkerên êrîşkar kiriye.
Çetînî her weha ji Navenda Ragihandinê ya Serokomariyê re (CİMER) nivîsandiye û xwestiye ku lêprisîneke fermî were kirin. 1em Fermandariya Artêşê ya Fermandariya Hêzên Bejayî bersiv daye Çetînî û wiha gotiye. “Fermandariya yekîneya têkildar lêkolînek kiriye û derbarê bûyerê de heyeteke lêpirsînê hatiye wezîfedarkirin, hatiye famkirin ku lêpirsîna fermî ji bo wezîfedarên kêmasiyên wan di bûyerê de hene û bûyer piştguh kirine hatiye destpêkirin.”
Bûyer 15ê Tebaxê pêk hatiye
Çetînê 20 salî yê li 54em Fermandariya Tûgaya Piyadeyan a Mekanîze ya li Suloglû, navçeya Edîrneyê leşker bûye di 15ê Tebaxê de rastî êrîşê hatiye.
Leşkeran bi tivinga HK33yê li Çetînî xistine. Di êrîşê de derb li serê wî û hin deverên din dane û hestiyê pozê wî û eniya wî jî şikiyaye. Piştî êrîşê Çetîn rakirine nexweşxaneyê. Piştî 3 rojên li nexweşxaneyê jî hatiye emeliyatkirin.
Leşkerê ku êrîş lê kirine, piştî ji nexweşxaneyê derketiye li Enqereyê hevdîtinê bi Wezareta Dadê û Serokatiya Serfermandariyê re pêk aniye. Lê belê ti tişt ji hevdîtinê derneketiye. Li ser vê Çetîn bi destûr çûye bajarê xwe Mêrdînê û giliyê êrîşkaran li bal Serdozgeriya Komarî ya Edîrneyê kiriye.
Çetînî, di daxwaznameya xwe de gotiye: "Roja bûyerê ez û hin hevalên xwe yên kurd leqayî hev hatin û me bi kurdî xeber da. Hin leşkerên bûn şahidê bûyerê êrîş anîn ser min. Ên êrîş anîn ser min qesda wan canê min bû."
Doğan Çetînî xwestiye ku kesên êrîş birine ser wî bi sûcên "Helwdana ji bo kuştinê, derbkirin, birîndarkirina biqesdî, heqaret, gefxwarin, çêrkirin, cihêkariya zimên û nîjadê" bên cezakirin.
“Ji ber ku men daxwaza perwerdeya bi kurdî kir êrîş kirin”
Çetînî, derbarê tiştên hatin serê wî de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axiviye.
Doğan Çetînî diyar kiriye, beriya êrîşê, leşkerên bi navê Y.K. û Û.K. dîtin ku ez bi leşkerên kurd re bi kurdî diaxivim û wiha dewam kiriye: “Piştî leşkerên êrîşkar gazî min kirin ez çûm cem wan û me hinekî sohbet kir. Mijara sohbete hat ser kurdan. Min di dema sohbete de got ‘Rihayî, Xirnexî, Wanî xwişk û birayên min in. Em hemû kurd in, lê ji hev fêm nakin. Xwezî me perwerdehiya bi kurdî bidîta. Heger perwerdehiya bi kurdî hebûya me yê pir baş ji hev fêm bikira."
Çetînî aniye ziman ku gava wisa gotiye leşkeran li cem wî bi çavekî din lê nêrîne. Çetîn, diyar kir ku piştî sohbet qediyaye heman leşkeran dîsa gazî wî kiriye û wî birine cihekî ku kamera lê tunebûne.
“Êrîş plankirî bû”
Doğan Çetînî, anî ziman ku Y.K. wî daye ber xeberdanê û got: "Di navbera min û Û.Y. de ti tişt û qayişkêşan çênebûbû. Gava min pişta xwe dayê got, 'Tu yê hesabê şehîdan bidî.' Çawa min pişta xwe dayê bi çekê li nav çavê min xist. 9 kêl li canê min xistin. Pozê min şikiya. Gava ketim erdê jî li min xistin. Bi perçeyên din ên çekê. Parxanê min deriziye. Hîn jî diêşim. Ji ber ku bi pehînan li min xistine dewsa wan xuya nake. Ev kes beriya bûyerê 10-15 deqe bi hev re axivîne. Ev tiştekî plankirî bû. Bi qesdî kirin."
Çetîn, bilêv kiriye ku kesekî wî nas nedikir ew ji nav lepên êrîşkaran derxistiye û wî rakirine nexweşxaneyê. Çetîn, diyar kir ku piştî nexweşxaneyê hatiye derxistin û cardin hatiye qişleyê. Çetîn, anî ziman ku gava vegeriyaye ew û êrîşkaran leqayî hev hatine û got, êrîşkaran derbarê wî de ji fermandar re gotine "Ew terorîst e" û piştî vê fermandar jî li gor wê nêzîk bûye û tevgeriyaye."
Doğan Çetînî aniye ziman ku piştî vê fermandarê bi navê A.Aç gotiye: "Tu terorîst î, tu qeleş î, çawa te anîne xistine nav eskeran." Çetîn, bilêv kir ku tenê efserekî bi navê T. xwedî lê derketiye û got, bi xêra wî sax filitiye. Çetîn, anî ziman ku paşê destûr wergirtiye û hatiye Mêrdîn. (AS/FD)