Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Melîke Aydin, nûçegihana Jinnewsê ji ber parvekirinên wê yên li ser medyaya civakî yên di sala 2006ê de di meha Sibatê de li Aydinê hatibû desteserkirin. Paşê doz lê hatibû vekirin. Bi îdiaya ku “propagandaya rêxistina terorê kiriye” sal û 3 meh cezayê girtinê li Aydinê hatiye birîn.
Aydin li Aydinê dema ji şopandina nûçeyê vedigeriya hatibû desteserkirin. Danişîna doza derbarê Aydinê de li 20em Cezayê Dadgeha Cezayê Giran a Aydinê pêk hatiye.
Melîke Aydin û parêzera wê Şukran Ozturk û rojnameger beşdarî danişînê bûne.
Li gorî Nûçeya Ajansa Mezopotamyayê parêzer Ozturkê gotiye şik û gumana maqûl nîne û delîl ne li gorî hiqûqê hatine kom kirin.
Piştî pêşkêşkirina parastinan dadgehe bi îdiaya ku “propagandaya rêxistinê kiriye” sal û 3 meh cezayê girtine li Aydinê birîye. Heyeta dadgehê biryar girtiye ku biryarê aşkere neke û taloq bike. (RT/FD)
Fotograf: Jinnews