Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li Elezîzê 2 kesên bi tohmeta ku li ser medyaya civakî “propagandaya rêxistinê” kirine hatine desteserkirin, ji hêla Dadwera Cezayan a Sulhê ve hatin girtin.
Ekîbên Fermandariya Cendermeyan ên Elezîzê bi îdiaya ku li ser medyaya civakî “propagandaya PKK/KCKyê kirine” 5 kes desteser kiribûn. Ev 5 kes derketin pêşberî dadgehê û 3 kes bi şertê kontrola edlî serbest bû. 2 kes hatin girtin.
Li Afyonê kesek bi tohmeta ku li ser medyaya civakî heqaret li Serokomarî kiriye û propagandaya rêxistinê kiriye duh hatiye girtin û ew şandine Girtîgeha Tîpa E ya Afyonkarahîsarê.
Du kesên ku li Dîlokê bi îdiaya “li ser medyaya civakî propagandaya rêxistinê kirine” duh ji hêla Dadweriya Cezayan a Sulhê ya Nobedar ve hatin girtin.
Wezareta Navxweyî aşkere kiribû ku di navbera 26ê Sibatê û 5ê Adarê de 169 kes bi hinceta parvekirinên wan ên li ser medyaya civakî rastî lêpirsînê hatine.
Wezaretê herweha diyar kiribû ku 845 kesên li ser medyaya civakî rexne li operasyona li ser Efrînê kirine û beşdarî protestoyên li hemberî operasyona bûne hatine desteserkirin. Diyar kiribû ku “li ser medyaya civakî 648 parvekirinên propagandayê bûne”. (AS/FD)
* Fotograf: Erkan Bay – Elazığ / DHA