Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê ji ber nûçeya wan a derbarê Qetlîama Enqereyê ya 10ê Çiriya Pêşiyê doz li nûçegîhan Alîcan Uludag û Rêvebir û Berpirsa Nivîsan yên Rojnameya Cumhuriyetê, Olcay Buyuktaş Akçayê vekiriye. Di nûçeyê de gotine dozgeriyê di doza Qetlîama Enqereyê de hinek dosye veşartiye. Dozgeriyê xwestiye ku heta 3 sala werin cezakirin.
Uludagî di nûçeya xwe de gotibû du endamên IŞîDê pêş qetliyamê li Nîzîpa Dîlokê ji bo bandora bombeyê zêdetir be amonyum nîtrat ji gubrefiroşekî kiriye û emniyetê ev tişt dizanîbû.
Li ser vê nûçeyê Dozgeriya Stenbolê ya berpirse ji karûbarên çapemeniyê doz li nûçegîhan Alîcan Uludag û Rêvebir û Berpirsa Nivîsan yê Rojnameya Cumhuriyetê Olcay Buyuktaş Akçayê vekiriye. Dozgeriyê doz li gorî Xala 6ê ya Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê vekiriye û îdianameyek amade kiriye.
32em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ev îdianame qebûl kiriye. Dadgehkirin wê di Çirîya Paşiyê de pêk were. (HA/AY/FD)