Fotograf: Ajansa Mezopotamyayê
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serdozgeriya Komarî ya Qoserê, bi tohmeta ku “Dijminatî û kîndariyê di nava gel de çêdike û gel biçûk dixe” lêpirsîna Oznur Deger, nûçegîhana JinNewsê kiriye.
Deger duh (1ê Îlonê) li edliyeyê îfade daye. Dozgeriyê mesajên wê yên medyaya civakî yên derbarê kuştina malbata Dedeogûllariyî pirsiye.
Li Meramê, navçeya Konyayê, di 30ê Tîrmehê de 4 jê jin, 7 endamên malbata Dedeogûllari, di encama êrîşeke nîjadperest de hatibûn kuştin. Beriya vê êrîşê jî, êrîş li heman malbatê kiribûn û malbatê gotibû ji ber kurd in, êrîşî wan dikin.
Parvekirinên Degerê bûye mijara tohmetê.
Degerê di îfadeya xwe de gotiye, nûçeyên ew par ve dike, yên wê ajansê ne ku ew lê kar dike. Rojnameger Degerê di dewama îfadeya xwe de diyar kiriye ku ew van parvekirinan ji ber azadiya xweîfadekirinê dike û tohmetan qebûl nake.
Ji ber gotina “Ez kurd im” ew tohmet kirine
Degerê ji ber van mesajan hatiye tohmetkirin:
“Ez kurd im”, “Ne dijminatî ‘êrîşa nîjadperest’, ne ‘kuştin’, qetilkirin”, “Li Konyayê kurd tên qetilkirin, “Ji ber şewata li daristanan kurdan berpirsiyar dibînin. Kurdan weke sedema hemû neyêniyên li welêt nîşan didin lê yek kes jî ranabe û nabêje ‘Tirkên faşîst li welêt kurdan ji ber kurdbûna wan qetil dikin’. Hêrsa me jî êşa me jî giran e.”
(HA/FD)