Fotoğraf: sendika.org / csgorselarsiv.org
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Refîk Y. yê ku bi tohmeta îstîsmar li keça/kurê xwe kiriye hatibû girtin û paşê bi şertê kontrola edlî serbest bûbû, giliyê edîtora bianetê, Evrim Kepenekê kiribû. Dadgehê bi îdiaya ku "heqaret kiriye" doz li Kepenekê vekiriye.
Kepenekê bi nûçeyên xwe yên Bavê ku îstismar li kurê/keça xwe kiriye bi şertê kontrola edlî serbest bûye û hinên din ragihandibû û haya civakê jî ji bûyerê çêbûbû.
Refîk Y. dema girtî bû bi mehneya ku heqaret lê kiriye û mafên veşartina jiyana taybet binpê kiriye, giliyê Kepenekê kiribû. Kepenekê di meha Tebaxê de îfadeya xwe dabû. Piştî lêpirsînê, dadgehê doz vekiriye.
Refîk Y. yî di gilînameya xwe de gotiye, wî û hevjîna wî Nazli Û.yê dev ji hev berdaye û di vê qonaxê de dadgehê mafê welayeta zarokan ji bo demekê daye wî. Û ji ber vê jî hevjîna wî buxtan lê kiriye.
Refîk Y. yî diyar kiriye ku ji ber nûçeyan mafên jî yên şexsî binpê bûne û li gel Evrîm Kepenekê, ji ber li ser medyaya civakî ew bi heman tiştî tohmet kirine giliyê Asli T. Gulten T. û Soner S.yî kiriye.
Dozgerî lêpirsînname amade kiriye û gotiye ku "Her çend saziyên darazê lêkolîn û lêpirsîna îdiayên navborî dikin, lê hîna darazê biryar nedaye ku Refîk Y. yî ew tawan bicih anîne" û gilînameya Refîk Y. yî qebûl kiriye.
Dozgerî îdianame amade kiriye û gotiye ku Evrim Kepenekî nûçe li ser înternetê weşandiye û gotiye "Ev qanûn ji bo weşandin û belavkirina berhemên çapkirî ye". Di encamê de jî doz ji derveyî Qanûna Çapemeniyê verikiye.
Çavlirê ye ku dadgehkirin di mehên pêş de destpê bike.
"Li her dera cîhanê ev bûyer dibe nûçe"
Edîtora bianetê, Evrîm Kepenekê, ji ber doz lê vebûye rexne li dadgehê kir û wiha axivî: "Hûn biçin kîjan devera cîhanê, hûnê bibînin ku ger dema 'bavek îstîsmarê li keç/kurê xwe bike' û ji ber vê were girtin û paşê tehliye bibe, ev dibe nûçe."
Kepenekê her wiha got: “Min weke rojnamegerekê zabitnameyên dadgehê û zanyariyên di raporan de lê zêde kir. Armanca min ne ew e ku ez heqaretê li kesî/ê bikim. Berovacî wê min xwest haya civakê ji mijarê çêbikim. Ez xwediyê nûçeya xwe me."
Çi bûbû?
Refîk Y. û Nazli Û.ya ku li navçeya Selçûkê ya Îzmîrê dijiyan demeke berê, biryar dabûn dev ji hev berdin. Ji ber ku li Selçûkê Dadgeha Malbatan nîne, doz şandibûn Dadgeha Asliye Cezayê.
Dema doz dewam dikir ji bo mafê welayeta Y.B. û M.M. yên 3 salî doz hatibû vekirin.
Parêzerên Nazli Û.yê di danişîna 24ê Adara 2021an de raporên pisporan û nêrînên psîkologê/î jî pêşkêşî dadgehê kiribûn ku tê de digot bavî îstîsmar li Y.B. kiriye.
Lê dadgehê rapora lêkolîna civakî ya psîkologekî/ê amade kiriye qebûl kiribû û mafê welateya zarokî/ê ya demkî dabû bavî. Biryar dabû ku dê her rojên şemiyê di saetên diyarkirî de dê zarokan bibîne.
Parêzer Ozgur Baykal û Firat Guneşî li dijî vê biryarê serî li dadgehê dabûn.
Lê dadgehê daxwazên parêzeran qebûl nekiribû. Piştî ku Saziya Tipa Edlî di 9ê Hezîranê de rapora xwe amade kiribû û gotibû şopa îstîsmara cinsî heye Refîk Y. hatibû girtin. (HA/FD)