Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind ji ber navê Kurdistanê doza girtinê li Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) û Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) vekiriye.
Serdozgeriyê diyar kiriye ku di rêzikname û programa Partiya Komunîst a Kurdistanê de hin tiştên ji derveyî Xala 3 û 68/4ê ya Destûra Bingehîn û Xala 78, 79/a, 80, 81, 82, 83 û 96ê ya Qanûna Partiyên Siyasî hene. Li gorî heman daxuyaniyê KKPyê digel hişyariya li wan hatiye kirin, ev tişt neguherandiye.
Lijneya Giştî ya Dadgeha Destûrî wê 13ê sibatê roja çarşemê lêkolîna pêşiyê li ser vê reşyê bike. Heke Lijne di lêkolîna pêşiyê de ti kêmasiyan nebîne, paşê wê lêkolîneke esasî bike û wê biryarê biryara girtin an jî negirtina Partiya Komunîst a Kurdistanê bide.
KKP û HDPyê rêkeftin çêkirine
Partiya Komunîst a Kurdistanê beriya niha bi navê Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP) xebatên xwe bi rê ve dibir. 11ê Çiriya Paşiyê (Sermawez, Mijdar) ya 2018ê, di dema 3yem Kongreya xwe ya Asayî de navê xwe kiribû Partiya Komunîst a Kurdistanê. KKPyê û HDPyê ji bo hilbijartina herêmî ya 31ê Adarê li gel hin partiyên din ên kurdan rêkeftin çêkirine.
Partiya Azadiya Kurdistanê
Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) 11ê Kanûna Pêşiyê (Berfanbar) ya 2014ê hatiye avakirin. Mûstafa Ozçelîk Serokê wê yê Giştî ye. Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind ji ber ku navê Kurdistanê tê de heye, nivîseke hişyariyê di Adara 2015ê de ji wan re şandiye.
Doz li TKDPyê jî hatibû vekirin
Yekem car Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Tirkiyeyê (TKDP) navê Kurdistanê bi kar aniye. Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind 28ê Nîsana 2014ê destûra avakirinê daye wan. Lê dozgeriyê ji bo rakirina navê “Kurdistanê” nivîseke hişyariyê ji wan re şandiye. Doza girtina TKDPyê di Çiriya Pêşiyê (Cotmeh) ya 2017ê de dest pê kiriye. (HK/FD)