Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê lêpirsînameyek ji bo Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) yê Stenbolê, Sezgîn Tanrikûlûyî amade kiriye.
Tanrikûlûyî li ser hesabê xwe yê Twitterê, di 24ê Nîsanê de derbarê Komkujiya Ermeniyan de mesaj weşandibû.
Li gorî zanyariyan, Serdozgeriyê ji ber mesajên derbarê Komkuyjiya Ermeniyan de, ev lêpirsîname amade kiriye.
Lêpirsîname li gorî Xala 301ê hatiye amadekirin
Serdozgeriyê bi tohmeta ku Tanrikûlûyî di mesajên xwe de "Kesayetiya manewî ya dewleta Komara Tirkiyeyê biçûk xistiye" û delîlên berbiçav ji bo wê hene, li gorî Xala 301ê ya Qanûna Cezayan a Tirkan (TCK) lêpirsîna Tanrikûlûyî kiriye.
Tanrikûlûyî di 24ê Nîsanê di li ser hesabê xwe yê Twitterê gotibû:
“107 sal beriya niha di #24êNîsana1915ê de bi sedan rewşenbîrên Ermenî li Stenbolê hatin desteserkirin, ew sirgunî Çankiri, Ayaş û Enqereyê kirin. Bêyî ku bi vê dîroka destpêka xirabiyê re rûbirû bibin, edaleta rastîn pêk nayê."
107 yıl önce #24Nisan1915’te yüzlerce Ermeni aydını İstanbul’da gözaltına alınıp, Çankırı, Ayaş, Ankara’ya sürüldü ve zorla kaybedildi.
— Sezgin Tanrıkulu (@MSTanrikulu) April 24, 2022
Kötülüğün miladı ile olan bu tarihle yüzleşmeden gerçek adalet sağlanamaz. pic.twitter.com/Cr07TJ4cZR
Xala 301ê ya TCKyê
Kesê/a ku bi awayekî vekirî sivkatiyê li hemberî tirkîtiyê, komarê û Meclîsa Milet a Mezin a Tirkiyeyê bike, ji şeş mehan heta sê salan bi cezayê girtinê tê cezakirin. Kesê/a ku bi awayekî vekirî sivkatiyê li hemberî hikûmeta Komara Tirkiyeyê, dezgehên dadê, rêxistina leşkerî yan jî emniyetê bike, ji şeş mehan heta du salan bi cezayê girtinê tê cezakirin. Heke ku welatiyekî tirk li welatekî ji derve sivkatiyê li hemberî tirkîtiyê bike, cezayê ku wê lê birîn yek ji sisiyan tê zêdekirin. Fikr û ramanên bi armanca rexnekirinê, nabin ku weke sûcan bên nirxandin. (TY/EMK/FD)