Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Îsal Meşa Rûmetê bi biryareke li dijî Destûra Bingehîn hatibû astengkirin û polîsan êrîşî beşdaran kiribûn, bi dehan kes desteser kiribûn. Bi sedema li dijî Qanûna Hejmar 2911ê derketine doz li 8 endamên Meclîsên LGBTIQ+yan vekirine ku hatibûn desteserkirin.
“Doz nikarin me paş de bidin”
Meclîsan derbarê dozê de ev zanyarî dane:
“Dozgerî slogana ‘Tê ti carî ne bi tenê be’ û biryara qedexeyê ya dijhiqûqî ya Qaymeqamiya Beyoglûyê kiriye sedem. Ew dozên ku we ji bo çavtirsandinê vekirîne, nikarin me paş de bidin.
“Me mafê xwe yê ji Destûra Bingehîn tê, bikar anî, em ê dîsa bikar bînin. Em li gorî qedexeyên kêfî yên pergala Heteronormatîf tevnagerin. Hûn ê nikaribin LGBTIQ+yan ji qadan, ji kar, ji mal û jiyanê dûr bixin. Hûnê fêr bibin ku li gorî Destûra Bingehîn tevbigerin, hûn ê mafê jiyana azad û wekhev ê LGBTIQ+yan qebûl bikin. Em bang li hemû LGBTIQ+yan û dostên xwe dikin ku 2yê Çiriya Paşiyê beşdarî yekem doza li hevalên me bibin.” (EMK/FD)