*Fotograf: Şaneşîn Performans
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Mêrdînê komeke dilxwazên şanoyê bi navê Şaneşîn Performansê, komeke şanoyê ava kiriye.
Beriya niha li Mêrdînê Kargehek Şanoya Kurdî pêk hatibû. Li wir hin ders hatibûn dayîn. Di dewama vê kargehê de beşdar û dersdarên kargehê biryar dane ku Şaneşîn Performonsê ava bikin.
Di 9ê Sibata 2022yan de jî ev biryara xwe bicih kirine. Bi gotina Şaneşîn Performansê, “Armanca me xizmetguzarîya Şanoya Kurdî û herweha Zimanê Kurdî ye. Şaneşîn Performans berê xwe dide lîstikên şanoya Kurdî û ya cîhanê, lîstikên nû diafirîne û bi terz û şêweyeke nû dixwaze asta hunera şanoya Kurdî bi disîplînên din re bilindtir û geştir dike. Ne bi tenê li bajarekî; li her çar alîyên welêt û ewrûpayê dixwaze hunera kurdî temsîl bike.”
Yek ji avakarên Şaneşîn Performansê, Recep Îçenî ji bianetê re behsa vê pêvajoyê kir:
“Beriya avakirina komê li Mêrdînê kargeha şanoyê hat lidarxistin. Bi 10 hevalan ew xebat bi mehan berdewam kir. Ev xebat bêtir li ser lîstikvaniyê bû. Çetoyê Zêdo û min ev kargeh bi rê ve bir. Di vê kargehê de wekî mêvan Yavuz Akkuzu û Mîrza Metîn jî tevlê bûn. Em bi dilekî saf dikarin bibêjin ku vê koma bingeha xwe ji wê xebatê stend û niha jî weke projeya dawî em ê lîstika xwe ya bi navê “Bêcir”ê pêşkeşî temaşevanan bikin.
“Em naxwazin ku tene lîstikan peşkêş bikin û vekişin. Ne ku tene li ser şanoyê, li ser dispilînên din jî em dixwazin hin xebatan çêbikin. Em di vê baweriye de ne ku temaşevanên me, bi xebatan ve wê me nas bikin.
“Di navbera me de kesêkî profesyonel tuneye, lê ev tişt naye vê wateye ku em bi amatorî dixebitin. Kesên ku di komê de cî digrin bêtir mamosteyên zîmanê kurdî ne. Ev yek jî ji bo komê şanazîyeke pir mezin e.”
Wê bi lîstika “Bêcir” destpê bikin
*Provaya "Bêcir"
Endamên Şaneşîn Performansê 3 meh in ku li ser lîstika “Bêcir” dixebitin.
Şaneşîn Performans wê di 27ê Adarê, Roja Şanoyê ya Cîhanî de promiyera “Bêcir”ê çêbike. “Bêcir” ji ber lîstika Moliere ya bi navê “Çikûs”î hatiye amadekirin.
Li Mêrdînê sahneyeke alternatîf nîne
Endamên Şaneşîn Performansê ji ber nebûna sahneyeke alternatîf li Mêrdînê neçar in li avahiya KESKê (Konfederasyona Sendîkayên Karmendên Dewletê) provayên xwe bikin.
Recep Îçenî ji bo vê rewşê jî wiha got: “Ji ber ku li Mêrdînê dik tuneye em ê berê xwe bizivirînin şaneşîn û hewşên Mêrdînê. Wê hem ji bo me hem jî ji bo temaşevanên Mêrdînê ceribandineke nû yê çêbibe. Ji xeynî Mêrdînê; em ê li Amedê, Batmanê û Wanê jî helbet derkevin dikê.”
Dîmenek ji provaya Şaneşîn Performansê#Şaneşîn pic.twitter.com/Vi9QjfYTAB
— Şaneşîn Performans (@sanesin_p) March 6, 2022
Şaneşîn Performansê kampanyaya alîkariyê daye destpêkirin
Şaneşîn Performans ji bo bikaribin vê lîstikê pêşkêş bikin pêwîstiya wan bi alîkariyê heye. Ji bo vê jî wan bi daxuyaniyekê bang li temaşevanan û dilxwazên şanoyê kiriye ku alîkariya wan bikin.
Ji bo vê jî li ser malpera https://www.pirtukakurdi.com/Mardin-Sanesin-Performans-Destek-Kampanyasi-tr û www.morizarok.com-ê li ser navê Şaneşîn Performansê pîrtûkên ji bo zarokan tên firotin. Kesên ku dixwazin alikariya Şaneşîn Performansê bikin, dikarin li ser van malperan pîrtûkan bikirin.
Kampanya wê 9 rojan dewam bike û di encamê de jî wê pirtûk li ser navê Şaneşîn Performansê li Colemergê ji bo dibistanekê werin bexşkirin û pirtûkên din jî ew ê li kêleka biletên şanoyê, wê li temaşevanan werin parve kirin. Dîsa pirtûkên ku pereyên ji firotina pirtûkan hatine bidestxistin, bi sponsoriya Pirtukakurdî û Morî Zarokê ve ji bo lîstikê werin xerckirin. (FD)