Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serokê Saziya Rêvebirina Karesatan û Rewşa Lezgîn (AFAD) Okay Memîşî derbarê lehiya ku li Aksarayê rabûye de, vê sibê daxuyaniyek daye.
Memîşî gotiye ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.
Li gorî gotinên Memîşî li Aksarayê, li gündeki, digel lehiyê, welatiyan xwestiye ji rê derbas bibin, lê mixabin avê ew bi xwe re birine. Di encamê de jin û merek li ber avê ketine. Cenazeyê jinikê hatiye dîtin.
Di wesayiteke din de jin û merek hatine rizgarkirin lê pitika wan a 3 mehî ber bi avê ketiye. Xebatên rizgarkirinê yên pitikê berdewam in.
Memîşî diyar kiriye ku di dema xebatên lêgerînê de wesayiteke din ketiye çem. Welatiyê ku di wesayitê de hatiye rizgarkirin.
Li navçeya Gulşehîr a Nevşehîrê jî wesayitek ber bi avê ketiye. Du kes mirine. Cenderme û tîmên rizgarkirinê, di encama xebatan de cenazeyên her du welatiyan dîtine. (AS/FD)