Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Amedê ve tê meşandin de, 3emîn Dadgeha Cezê û Aştiyê a Amedê rojnameger, siyasetmedar, hunermend û parêzer jî di nav de derbarê 216 kesan de biryara desteserkirinê daye. Her weha ji wan 128 kes hatibûn desteserkirin û karên îfadegirtinê duh destpê kiriye.
“Wergêrê Kurdî nîne”
Li gorî nûçeya MAyê, di lêpirsîna ku bi îfadeya kesê bi navê Ûmît Akbîyik hatiye destpêkirin de, Hevserokê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çanda Mezopotamyayê (MED-DER) Rifat Ronî, rojnameger Salîh Keleş û Halîse Aksoyê xwestine bi kurdî îfadeyê bide. Lê belê ji ber nebûna wergêr îfadeyên wan ji bo îro hatin hiştin.
Parêzeran li emniyetê îfade nedan
Rojnameger Abdurrahman Gok, Bêrîtan Canozer, Mehmetşah Oruç û Mikail Barut û siyasetmedar Hakîm Kaya, Şahîn Bîçîmlî û ji Komeleya 78an Abdûlganî Alkan qebûl nekirine ku li emnîyetê îfadeyê bidin, ji bo îfadeyê şandine edliyeyê.
Herweha hemû parêzerên ku endamên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) in li emniyetê îfade nedane.
2 parêzer serbest bûne
Parêzerên Gurbet Ozbey Oner û Jiyan Sametoglu ji ber ku pitikên wan yên ber mêjandinê hebûne duh sewqî dozgeriyê hatine kirin. Piştî îfadeyên li dozgeriyê Gurbet Ozbey Oner û Jiyan Sametoglu bi şertê kontrola edlî hatine berdan.
(NT/AY)