Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Bitikîne: Ew kesê bi hêceta alagirtinê lêdan xwaribû ne fransî ye, ji Yozgatê ye
Ji ber hewildana derbeyê ya di 15ê Tîrmehê de, li Enqereyê komek kesên ku ji bo ‘’nobedariya demokrasiyê’’ derketine derve, xwestine turîstê fransî alaya Tirkiyeyê bigire. Wî qebûl nekiriye û wê komê li tûrîstî(geştyarî) daye.
Êrîşkaran ji wî turîstê ku ji zimanê tirkî fêm nedikir re gotine ‘’heke tu alaya tirkan negirî tê kulman bixwî’’ ‘’ heke em alayê bidin te tu mecbûr î wê bigirî.’’
Êrîşkaran gotine ‘’ez tirk im’’ ‘’ez ji Tirkiyeyê hez dikim’’ û tûrîst mecbûr kiriye ku gotinên wan dubare bike. (EKN/MB)