Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Erebistana Siûdiyê, Emîrîyên Yekbûyî yên Ereban, Bahreyn û Misirê biryar da ku ew dê bi Qetarê re têkiliyan nedanin .
Li gor nûçeya Ersîn Arslanî ya di Ajansa Nûçeyan a Doganê de hatî weşandin wan çar dewletan eşkere kiriye ku “da ku ew xwe ji terorê biparêzin” wan têkiliyên xwe yên bi cîrana xwe(Qeter) re betal kirine.
Erbistana Siûdiyê daxuyandiye ku wan “ev biryar ji bo parastina ji tûndî û terorê standiye.”
Erebistana Siûdiyê eşkere kir ku wê hemî têkiliyên serderyayî yên bi Qetarê re jî betal kirine. Wê xwest “dewletên xuşk jî bila heman gavan biavêjin.”
Emîrîyên Yekbûyî yên Ereban, bi daxuyaniyekê eşkere kiriye ku divê dîplomatên ji Qetarê di 48 sietan de terka wî welatî bike, divê welatiyên ji Qeterê di 14 rojan de terka wî welatî bikin û hatina welatiyên ji Qetarê hat qedexekirin.
Wezareta Karên Derve ya Misirê biryar daye ku “ji ber tevgerên dijminane yên Qetarê wan têkiliyên xwe yên digel wê betal kirine.”
Wezîrê Karên Derve yê Qetarê Şêx Muhammed bin Abdurrahman Al Sani gotiye “Ev biryar neheqane hatiye dayin, ji ber vê yekê ez xemgîn im.”
(AS/MB)