Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ji ber ku daxuyaniya Kemal Kiliçdaroglûyî weşandin, RTUKê cezayê pereyan li çar kanalên televizyonê biriye. TURGEV û Weqfa Ensaran giliyê kanalan kiribû.
Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglûyî îdia kiribû ku Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Recep Tayyîp Erdogan û malbata wî, pereyan dişine weqfeke paravan. TELE1, KRT, Halk TV û Flash Haberê jî ev daxuyaniyên Kiliçdaroglûyî weşandibûn.
Weqfa Xizmetguzariya Ciwanan û Perwerdeyê (TURGEV) û Weqfa Ensaran giliyê Kiliçdaroglûyî li gel RTUKê kiribûn. RTUKê jî biryara xwe daye û ceza li her çar kanalan biriye.
RTUKê ji ber gotinê Kiliçdaroglûyî yê ku gotiye “Weqfeke paravan ava kiriye. Welatiyekî amerîkan danîne ser. Lê rêveberiya rast di deste endamên Malbata Erdoganî de ye, “Weqfên ku di bin navê ji bo xwendekaran hatine avakirin”, biryar daye ku bi weşandina van gotinan, yasa hatine binpêkirin.
RTUKê ev biryar spartiye Qanûna Derbarê Xizmetguzariya Weşanan û Saziyên Radyo û Televizyonan a hejmar 6112ê.
Saziyê cezayê herî zêde li her çar kanalan biriye. (HA/FD)