Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Dadgehê biryara doza ku karmendên dewletê têde tên dadgehkirin ya têkildarî kuştina Hrant Dînk, Derhênerê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê taloqî 26ê Adarê kiriye
Danişîna doza kuştina Dînkî îro li 14em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê pêk hat.
Akin Gurlek, serokê dadgehê 10ê Sibatê di danişîna doza kuştina Dînkî de ku li 14em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê pêk hatibû, ragihandibû ku di danişîna îro(5ê Adarê) de wê biryar were aşkere kirin. Di danişîna îro de ji ber ku dadwerekî endam bi rapor bûye Gurlek got, wê biryar piştre bê aşkere kirin.
Dadgehê ji ber ku Ferhat Şahîn, dadwerê endam bi rapor bûye danişîn taloqî saet 10.00ê roja 26ê Adarê kiriye.
Hevalên Hrant: Têkoşîna ji bo dadê wê derbasî qonaxekî nû bibe
Hevalên Hrant pêş ku danişîn dest pê bike li ber edliyeyê daxuyaniyek çapemeniyê dan. Bulent Aydinê ku di daxuyaniya çapemeniyê de axivî, kurteya tekoşîna ji bo edaletê ya 14 sal in didome û ji 2007ê heta niha aşkere kir.
Aydin diyar kiriye ku doza ku têkildarî kuştinê ye bi biryarekî skandal encam da û got, piştî tekoşîna ji bo edaletê ya ku 10 sal domdar bûye, biryar hatiye betalkirin û di sala 2016an de carekê din dadkirinê dest pê kir.
Çi bûbû?
Hrant Dink, Berpirsê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê, di 12emîn salvegera kuştina xwe de li Tirkiye û Cîhanê wê bi çendîn bernameyan were yadkirin. Dink 19ê Kanûna Paşiyê (Rêbendan) ya 2007ê di encama sûîkastekê de hatibû kuştin.
Weke her sal wê îsal jî wê li ber avahiya berê ya rojnameya Agosê ya li Osmanbeya Stenbolê bernameyek çêbû. Dînk li ber vê avahiyê hatibû kuştin.
Ji bo vê bernameyê, Hevalên Hrantî, bi gotina "Ji bo em bibêjin em li vir in Ahparig", "12 sal borî: Hrant Dînk nîne, edalet nîne, dest jê berdan nîne" banga beşdariya bernameyê kirine.(HA/AY)