Ji ber ku “beşdarî civînekê bûye” dixwazin 15 sal cezayê girtigehê bidin sendîkavanî
![Ji ber ku “beşdarî civînekê bûye” dixwazin 15 sal cezayê girtigehê bidin sendîkavanî](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/220/151/original/sendikavan.jpg)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Endamtiya Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), çalakiyên hatiye plankirin ku Meclîsa Ciwanan pêk bîne, mesajên li ser medyaya civakî yên Meclîsa Ciwanan…
Di îdianameya ku ji bo sendîvakan Nîhat Demîrciyî ve hatiye amadekirin de ew ên ku li jor weke “delîl” hatine rêzkirin. Dozger dixwaze 15 sal cezayê girtîgehê li Demîrî were birîn.
Demîr 29 salî ye û di 8ê Çiriya Paşiyê ya 2019ê de hatibû desteserkirin. Di 15ê heman mehê de jî hatibû girtin. Ji wê wextê û vir ve girtî ye.
Îdianameya ku hatiye amadekirin ji 165 rûpelan pêk hatiye. Çalakgeriya wî ya di birêxistinkirina kongreya Meclîsa Ciwanan a qanûnî weke delîl di îdianameyê de hatiye nivîsandin.
Demîr, Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Dev Yapi-Îşê ye ku bi ser DİSKê ve girêdayî ye. Her weha bi awayekî aktîf beşdarî berxwedana Balafirxaneya 3yem bûbû.
Delîl: “Di destê wî de kaxiz hebû”
Polîsan di fezlekeya xwe de gotiye dema Demîr hatiye Amedê û beşdarî kongreyê bûye û di destê wî de kaxizek hebû. Ev fotograf weke delîl hatiye nîşandan.
Di îdianameyê de derbarê bergumanan de delîlên şexsî nehatine diyarkirin lê endamtiya wan a Meclîsa Ciwanan a HDPyê weke sûc hatiye nivîsandin. (AS/FD)
Rojnameger Ayşenûr Arslanê îfade da dozgerî, ji edliyeyê derket
![Rojnameger Ayşenûr Arslanê îfade da dozgerî, ji edliyeyê derket](https://static.bianet.org/haber/2023/10/03/gazeteci-aysenur-arslan-ifadeye-goturuluyor.jpg)
Dozger: Bi xêzkirinê jî mirov dikarin propagandaya rêxistinê bikin
![Dozger: Bi xêzkirinê jî mirov dikarin propagandaya rêxistinê bikin](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/284/275/original/44bb.jpg)
Celalettîn Can: Ez dixwazim demildest azad bibim
![Celalettîn Can: Ez dixwazim demildest azad bibim](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/283/600/original/celalettin-can-tutuklama.jpg)
DMME: Mafê azadiya xweîfadekirinê yê Osman Baydemîrî binpê bûye
![DMME: Mafê azadiya xweîfadekirinê yê Osman Baydemîrî binpê bûye](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/280/248/original/66bb.jpg)
Polîsan berê li mexdûrê erdhejê daye, paşê gotiye “bibore, bi şaşî me li te da”
![Polîsan berê li mexdûrê erdhejê daye, paşê gotiye “bibore, bi şaşî me li te da”](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/274/869/original/hatay.jpeg)