Fotograf: Staticflickr
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di du salên dawiyê de, hejmara kevcalên berfê li eyaleta Alaskayê ya DYAyê, ji sedî 90 kêm bûye. Kevvalên berfê cûreyek ji zindîwerên Arktîk ên bi qaşilk in.
Beşa Masiyan û Nêçîrvaniyê ya Alaskayê aşkere kiriye ku ji ber hejmara van kevcalan a li avên sar a Deryaya Beringê dijîn kêm bûye, ew neçar mane cara pêşiyê serdema nêçîrê ya kevcalên berfê, betal bikin.
Biyologa beşa Mîranda Westphalê gotiye, lêkolîneran derxistiye holê ku hejmara kevcalên berfê, di navbera 2019 û 2021e de "gelekê zêde kêm bûye."
Lêkolînerekî ji heman beşê, Ben Daly jî diyar kiriye ku "Kevcalên berfê, ji bo cûreyên din ên pêwîstiya wan ji ava sar heye, mîna zerdelokên di kanaya komirê de ne."
Nêzîkî milyarek kevcal hene
Beşê destnîşan kiriye ku li Deryaya Beringê ya di navbera Alaska û Sîbiryayê de ye, hejmara kevcalên berfê, nêzîkî milyarekê ye.
Zanyaran gotiye ku kevcalên berfê yên di ekosîstema Qutba Bakur de dijîn, ji ber li Deryaya Beringê av germ bûye oksîjena wan jî kêm bûye û yên nemirine, berê xwe dane avên sartir.
Kêmbûna hejmara kevcalên berfê, metirsiyê ne tenê li ser ekosîstema Qutba Bakur dike, her weha li ser ekonomiya herêmê jî dike. Lewre kevcalên berfê, hîmê esasî yê pîşesaziya kevalan e ku ew jî salane nêzîkî 160 milyon dolarî ye.
Biyolog Erin Fedewa bi The Guardianê re axiviye û gotiye, tişta destpêkê divê bê famkirin ew e ku ev kêmbûn ne ji nişka ve ye, populasyona kevcalên berfê ji sala 2018ê û vir ve dewam dike. (TY/FD)