Fotograf: AA / Arşîv
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Bernameya Geşepêdanê ya Neteweyên Yekgirtî (UNDP) aşkere kiriye ku di salê de bi qasî 400 hezar donim erd û zeviyên Iraqê hişk dibin.
Iraq yek ji wan welatan e ku gelek şer û ziyanên ekolojîk ên mezin lê rû didin û bandoreke mezin di encama van de derdikeve holê.
Auke Lootsma, Nûnerê Iraqê yê UNDPyê bi rojnameya herêmî ya Iraqê Es-Sabahê re axiviye. Lootsmayî gotiye germahiya welêt ji ya cîhanê ji 2 heta 7 qatan zêdetir e û welat bi leztir germ dibe. Li gorî gotina Lootsmayî, Iraq ji ber vê rewşa xwe, li cîhanê welatê pêncan e ku li dijî krîza îklîmê xwe nikare biparêze.
Li gorî nûçeya ku Ajansa Anadolûyê ragihandiye, Lootsmayî destnîşan kiriye ku li Iraqê di salê de nêzîkî 400 hezar donim erd û zevî hişk dibin. Li Iraqê çirav zuha dibin, ziyan digihên erdan û erd dibin çol. Ji ber vê ji Iraq bûye yek ji wan welatan ku li Rojhilata Navîn herî zêde bahozên qûm û tozan lê bibin.
Di 20 salan de ji sedî 4ê erdan bûne çol
Nûnerî UNDPyê gotiye ku navbera salên 2020 û 2021an, di 40 salên dawî de demsala herî hişk a duyem bû.
Pisporên ıraqî jî destnîşan kiriye ku ji ber hişkesaliyê, li Iraqê di 20 salên dawiyê de ji sedî 4ê erd û zeviyan bûne çol. (TY/FD)