Fotograf: AA / Arşîv
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha Destûra Bingehîn di bûyera xwekuştina R.B.yî ya li girtîgehê de biryara xwe aşkere kiriye. Dadgehê di biryara xwe de gotiye ku mafê jiyanê û qedexeya azarê yê kesê navborî ji hêla madî û rêziknameyê ve hatine binpêkirin.
Li gorî biryara dadgehê wê 105 hezar lîreyî bidin malbata R.B.yî ku beriya niha bi 6 salan xwe li Girtîgeha Sîncanê kuştibû.
Dadgeha Destûrî diyar kiriye ku ji bo encamên binpêkirina mafê jiyanê û qedexeya azarê ji holê rabe, ji bo bûyerê careke din lêkolîn bikin ew ê dosyayê bişînin Serdozgeriya Komarî ya Rojava ya Enqereyê û ji bo dadgehkirin ji nû ve were kirin bişînin 2yem Dadgeha Cezayê Giran a Rojava a Enqereyê.
Dadgehê di biryara xwe de ji ber tedbîrên pêwîst nestendiye rêveberiya Girtîgeha Sîncanê ji bûyerê berpirsiyar qebûl kiriye.
Rapor: Difikire ku xwe bikuje
41 sal û 25 meh û 15 roj cezayê girtîgehê li R.B.yî birî bûn. Pêkanîna cezakirina wî di 21ê Çiriya Paşiyê ya 2005an de destpê kiribû. R.B. li Girtîgeha Sîlîvriyê dihate girtin. Dema ew birine Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlîvriyê doktoran raporek jê re nivîsandine û gotine ku mirovekî antîsosyal e û dixwaze xwe bikuje.
Li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Nexweşiyên Dêrûnî û Sînîrî ya Prof. Dr. Mazhar Osmanî ya li Bakirkoya Stenbolê di demên cida de jê re reçete nivîsandine.
Di 5ê Çiriya Paşiyê ya 2014an de gelek derman xwaribû û xwestibû xwe bikuje. Paşê dîsa li Bakirkoyê, nexweşxaneyê raporek jê re nivîsandiye û gotiye ku dibe zirarê bide xwe û hin kesên din û divê di bin kontrolê de be. Her weha daxwaz hatibû kirin ku dermanên wî bi kontrol bidin wî.
Paşê we şandibûn Girtîgeha Tîpa Fyê ya Edîrneyê. Li vir çûbû bal psîkologî/ê. Di Îlona 2015an de careke din hewl dabû ku xwe bikuje. Ji ber vê hewldanê ew li navendeke dermankirinê derman kiribûn.
Piştî vê rewşê ew şandibûn Girtîgeha Tîpa Fyê ya Hejmar 2yem a Sîncanê. Di Çiriya Paşiyê ya 2015an de ji bo bişînin ji Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê re daxwaznameyek dabû Rêveberiya Girtîgeha Sîncanê. Di daxwaznameya xwe de gotibû ku ji roja ew birine Girtîgeha Sîncanê, her lê didin, heqaretê û îşkenceyê li dikin. Di 11ê Çiriya Paşiyê ya 2015an de nivîsandibû ku wî dest bi çalakiya rojiya mirinê kiriye û ger ew bimire, berpirsiyar rêweberiya girtîgehê ye.
“Gefa dardekirinê lê xwarine”
Dema bi rêya telefonê bi bavê xwe re axivibû jê re gotibû midûrê girtîgehê û gardiyan sê caran gelekî lêdane û jê re gotine “em ê te li vir darde bikin.” Ji dêya xwe re jî gotiye ku “edî nikarim debar bikim û ez ê xwe bikujim.”
Di 14ê Çiriya Paşiyê ya 2015an de li hicreya wî termê wî hatibû dîtin. Rayedarên girtîgehê zabitnameyek nivîsadibûn ku tê de gotibûn wî xwe darve kiriye û kuştiye. Derbarê rayedarên girtîgehê de biryara peyneketinê hatibû dayîn. Li ser vê biryarê malbata wî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabû. (AS/FD)