Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Parêzerên Baroya Amedê û yên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) şaxa Amedê, giliyê komek leşkeran kirine.
Di 3yê Hezîranê de li Licê, navçeya Amedê komeke leşkaran tundkarî li welatiyan kiriye ku welatiyan pezên xwe diçêrandin.
Baroyê derbarê bûyerê de daxuyaniyeke nivîskî weşandiye û gotiye ku ew ê pêvajoya hiqûqî bişopînin:
“Mexdûran serî li baroya me dane û îdia kirine ku li Licê leşkeran îşkence li wan kirine, qedexeya kiryarên xirab û dijmirovahiyê bin pê kirine, ew ji azadiya xwe hatine mehrûmkirin û êrîşên fîzîkî û devkî li dijî wan bûne. Me jî ji ber sûcên “Îşkence û Kiryarên Xirab”, “Bizanebûn birîndarkirin”, “Gefxwarin”, “Heqaret” û “Mirov ji azadiya wan mehrûm kirine” giliyê kesên navborî kiriye.”
OHDyê jî giliyê leşkeran kiriye
Şaxa Amedê ya OHDyê jî derbarê bûyerê de daxuyaniyeke nivîskî weşandiye û diyar kiriye ku ev bûyer encama politikaya necezakirinê ye û wan giliyê berpirsiyaran kiriye.
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Serhat Erenî, ji bo Wezîrê Karûbarên Navxweyî Alî Yerlîkaya bibersivîne, pirsiyarnameyek pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyêk kiriye.
Erenî bal kişandiye li ser “polîtîkaya tundkariyê ya sazkirî ya li her qadan li dijî gelê kurd pêk tê” û gotiye ku “dixwazin di sedsala duyem a komarê de jî vê berdewam bikin.”
Serhat Erenî jî mîna OHDyê behsa polîtîkaya necezakirinê” kiriye.
Çi bûbû?
Li gorî nûçeya Eylem Akdagê ya di Ajansa Mezopotamyayê de hatiye weşandin, li gundikê Metmûrê yê gundê Bêşiştê yê Licê, leşkeran tundkarî li 4 kesên ji malbata Yalavûzî kiriye.
Bûyer di 3yê Hezîranê de pêk hatiye û bikarhênerekî TikTokê yê bi navê “Uzman Çavuş Komutan Berk” li ser hesabê xwe par ve kiriye. Bikarhênerî li ser vîdeoyê “İntikam” (Tol) nivîsandiye.
Di dîmenan de tê dîtin ku destên sê kesan ji paş de kelemçekirî û li ser dev û rû li erdê ne. Yek jî rûniştiye û leşkerek pê re xeber dide. Di heman dîmenan de, leşker li ser sere welatiyan sekinîne. Welatiyekî li erde dibêje, “Ez ji bo nanî li vir im”. Leşkerê ku vîdeoyê dikişine jî dibêje, “Xwedê we nizanim…”
Yek ji wan welatiyan Hanifî Yalavûz di nûçeyê de gotiye, “Bûyer di 3yê Hezîranê de pêk hat. Em bi şev li ber ajalan bûn. Saet 03.20 deqîqe bû, pevçûn çêbû. Piştî pevçûnê em girtin û em töhmet kirin. Ji me re gotin, ‘ên ku gule bera me dan, hûn bûn’. Paşê em li erdê rast kirin, destên me ji paş de kelemçe kirin û îşkence û heqaret li me kirin. Bi peqînan li serê me xistin.”
Yalavûzî diyar kiriye ku paşê ji qereqolê gazî wan kirine û lêborîn ji wan xwestiye. (NT/FD)