Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Wanê rojnameger Rûşen Takva li hesabê xwe yê medya civakî ji ber ku HUDA PAR beşdarî Tifaqa Cûmhûr bûye rexne kiriye derbarê wî de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Bi îdiaya ku Takva “kîndarî û dijminatî xistiye nav gel an go piçûk xistiye” îfade daye polîsan.
Takva di 11ê Adarê de li ser hesabê xwe yê Twîtterê wiha gotibû:
"Bi tevlêbûna HUDA PARa ku bi nêzîkbûna xwe ya bi Hîzbullahê re tê naskirin, bi tifaqa AKPê re eniya hilbijartinê zêdetir eşkere bû. Ji ber vê yekê komên nijadperest, rastgir û paşverû yên ku nakokiyên xwe yên navxweyî dan aliyekî, biryar dan ku bi yek eniyê tevlî hilbijartinê bibin.”
Ji ber vê parvekirinê Takva, bi îdiaya ku “kîndarî û dijminatî xistiye nav gel an go piçûk xistiye” bi fermana dozger çûye emniyetê û îfade daye polîsan.(HA/AY)