Li Amedê ji ber hişkesalî û bendavan ava çemê Dîcleyê kêm bûye û masiyên ku tê de ne dimirin.
Li Amedê, rexmî demsala payîzê jî ji ber nebûna baranê û bendavan ava Çemê Dîcleyê kêm bûye û mirinên mesiyan pêk tên.
Li Pira Deh Derî ya dîrokî ya li navçeya Sûrê gelek mesî mirine. Ji ber bendavên Dîcle û Keça Padîşah ên li ser Çemê Dîcle hatine çêkirin ava çem hatiye qutkirin. Ji ber vê mesî dimirin û bi ser avê dikevin. Mirine mesiyan li herêmê bûye sedema bêhneke pîs.
Ber û berê çem tijî mesiyên mirî, naylon, poşet, rûpoş, şîşeyên pet ên ku ji aliyê mirovan ve hatine avêtin in.
Li gorî Ajansa Mezopotamyayê welatiyan gotine ku her sal ji ber girtina devên bendavan heman rewş pêk tê û mesî dimirin.
Welatiyê bi navê Tahsîn Erol ku bi salan e li ser Pira Deh Derî bi lêdana defê debara xwe dike, diyar kiriye piştî ku devên bendavan hatine girtin ava çem kêm bûye û mesî dimirin.
Erolî bertek nîşanî pêşîgirtina avê daye û weha gotiye: "Masî jî mîna mirovan zindî ne û mafê wan ê jiyanê heye."(AY)
*Çavkanî û Fotograf: Ajansa Mezopotamyayê