Fotograf: Li Somaliyê jin ji bo avê peyda bikin, ji malên xwe diçin cihên dûr/FAO
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rêxistina Koçberiyê ya Navnetewî ya Neteweyên Yekgirtî (IOM) aşkere kiriye ku li Somaliyê ji ber hişkesaliyê her roja diçe kaniyên avê ziha dibin û her diçe berfireh dibe. Li vî welatî ji ber hişkesaliyê rewşa awarte hatibû ragihandin.
Saziyê bi navê “Matrîsa Çavdêriyê ya Koçberkirinê” raporek weşandiye û diyar kiriye ku di nava 40 salên dawiyê de bi vî awayî av kêm nebûbû û vê bandor li 3.2 milyon mirovî kiriye. Li gorî heman raporê “Nêzîkî 245 hezar kes ji bo xurekan, avê û cihê çêrê ji ajalên xwe re bibînin, koç kiriye.”
Saziyê di raporê de diyar kiriye ku ger av û xurekan nedin van herêman “Dibe ku ji niha heta 6 mehan, di navbera milyon û 36 hezar û milyon û 415 mirov koç bikin”
IOM ji bo bîrên nû piştgiriyê dide
Koordînatorê Rewşa Lezgîn ê IOMê li SOmaliyê Mûhammed Abdelazîm diyar kiriye ku sazî ji bo tankêrên avê û kelûpelên paqijiyê bişîne 103 herêman amadekariyan dike. Her weha ji bo her daîm avê bidin wan herêman wê bîrên avê bikolin.
Tirkiye baregehên leşkerî li vir ava dike
Somalî yek ji wan welatan e ku bala hikûmetên Erdoganî bi taybet li ser wan e. Di sala 2011ê de Enqereyê ji bo têkoşîna bi hişkesaliyê re 201 milyon dolar alîkarî ji Mogadîşûyê re şandibû. Lhe bala hikûmetên Erdoganî ji têkoşîna bi hişkesaliyê re bêhtir, li ser mijarên leşkerî-stratejîk e.
Erebistana Sîduyê û Tirkiye li vir di nava rikeberiyê de ne. Lewre ev têkoşîna di navbera herdu welatan de dihêle ku Tirkiye baregehên leşkerî li wir ava bike. Ji ber wê ye ku ji bo Balafirxaneya Navnetewî ya Aden Addeyê nû bibe û li wê herêmê înşaetên nû çêbibin, Tirikye projeyan saz dike.
Tirkiye ji Gulana 2020an û vir ve hevkariya leşkerî bi Somaliyê re dewam dike. Ji bo têkoşîna bi rêxistina Eş-ebabê re bê kirin, Hêzên Leşkerê yên Tirkan (TSK) ji sala 2014ê û vir ve perwerdeya leşkerî dide somaliyiyan. Leşkerên somaliyî li Tirkiyeyê tên perwerdekirin. Di Îlona sala 2017ê de TSKyê li paytexta Somaliyê bi bihayê 50 milyon dolarî Baregeha Perwerdeya Leşkerî ya TURKSOMê ava kiriye. Li vir 200 leşker bicih kiriye. Tê gotin ku wê li vê baregehê, perwerdeyê bidin 10 hezar leşkerî (AEK/FD)