Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ji ber hişkesaliyê ava bendava Kebanê bi qasî 550 metroyî vekişiyaye û rawestgeheke trenê a dirokî derketiye holê.
Li gor çavkaniyên dîroka devkî û nivîskî rawstegeha trenê di sala 1940an de li gundê Yolustuyê li ser navenda bajêr hatiye çêkirin. Di 1974an da jî dema ava Gola Bendavê ya Kebanê kom bûye di binê avê da maye.
Rawestgeha trenê ji çar avahiyan pêk tê û di her avahîyekê de jî odeyên we hene. Îstasyona bi tuxleyan hatîye lêkirin, wêran bûye û tenê hin dîwarên wê li ser pîyane. Bi vî halî jî bala mirovan dikişine.
Nûçegîhanê AAyê bi Şaban Ayarê ji gundê Yolustuyê re axiviye ku Ayarî behsa rawestgehê ya beriya di bin avê de bimîne kiriye:
"Dema ku rawestgeha trenê hebû gundê me şên û qerebalix bû.
Ayarî aniye ziman ku madenên ji herêmê dihatin derxistin, ji vir bi trenê dişandin:
"Dema di binê avê da ma rawestgeha trenê birin gundekî din ê bi navê Mûratbagiyê. Li vir rabirdûyeke dîrokî heye, mirov tên wek ku rêwîtiya rabirdûyê bikin li vir digerin. Li vir bîranîn hene ew tên li vir dema xwe derbas dikin." (TY/HS/FD)