Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Derketiye holê ku Wezareta Karûbarên Navxweyî, lêpirsînnameyek ji bo Ahmet Turk, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê vekiriye.
Li gorî nûçeyê Ahmet Kanbalê Ajansa Mezopotamyayê, Mifetişiya Mulkiyeyê ya Wezareta Karûbarên Navxweyî, ji ber “hevşaredariyê” lêpirsînname li Ahmet Turkî vekiriye.
Mifetişiyê lêpirsînname di 3yê Îlonê de daye dest pê kirin û ji Tirkî xwestiye ku xwe biparêze.
Di agahdarnameyê de ji bo Ahmet Turkî hatiye gotin ku “Şaredarê Berê yê Bajarê Mezin ê Mêrdînê” û balkêşe ku destûra lêpirsînnameyê piştî tayînkirina qeyûman bi çar rojan hatiye dayîn.
Xwestine ku Turk xwe biparêze
Di agahdarnameyê de ji bo Hevşaredariyê gotine “qaşo” hatiye bikaranîn û ji Ahmet Turkî hatiye xwestin ku di nava heft rojan de parêznameya xwe amade bike. Heke na wê weke ku nexwestiye îfadeya xwe bide bê hesibandin.”(EMK/DG/FD)
* Derya Göregenê ev nûçe wergerandiye