Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Kesekî bi navê Osman Taşdemîr ku parêzer e û endamê Baroya Stenbolê ye, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî gotinên zayendperest ji Başak Demîrtaşê re gotine.
Ji ber van gotinan, wê giliyê Osman Taşdemîrî bikin.
Mahsûnî Karaman, parêzerê Selahattîn Demîrtaşî ji bianetê re got, ew ê biçin Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê û giliyê Taşdemîrî bikin.
Karamanî her weha diyar kir ku ew ê serî li Baroya Stenbolê bidin û bixwazin lêpirsîna vî kesî bikin.
Meclîsa Jinan a HDPyê daxuyaniyek weşandiye
Meclîsa Jinan a HDPyê jî derbarê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî weşandiye.
Meclîsa Jinan di daxuyaniyê de gotiye ku “gotinên zayendperest ên Taşdemîrî bi polîtîkayên desthilatdarê ve girêdayîne.”
Meclîsê ji Baroya Stenbolê jî daxwaz kiriye ku lêpirsîna Osman Taşdemîrî bike û çi ceza hewce dike, bidin wî. Her weha ji hemû rêxistinên jinan jî xwestine têkoşînê li dijî vê êrîşê bidin. (RT/FD)