Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Alî Fîkrî Işik rojnamegerek e ku li ser fûtbola(tepa pêyan) dinivîse herweha ew bi wijdana xwe red dike ku biçe leşkeriyê wî nêrînên xwe li medyaya civakî nivîsîye dozgerekî doz lê vekiriye.
Rojnamegerê navborî li medyaya civakî nivîsîye:
“Neçin leşkeriyê herin dîskoyê.”
“Qaçaxên leşkeriyê qehremanên min in.”
Işik 60 salî ye. Salên 2012 û 2013ê bi sûcê ku wî ji leşkeriyê firar kiriye ew hatiye girtin û 6 meh û nîvan li Girtîgeha Leşkerî ya Edirneyê maye.
Alî Fîkrî Işikî ji bianetê re gotiye, polîs 7ê Hezîranê çûne mala wî. Ew çûne qereqola Maltepeyê. Dozgerî 40 rûpel agahî ji hesabên wî yên medyaya civakî kom kirine û sê sûc lê bar kirine.
Propagandaya ji bo rêxistina terorî, heqareta li dewletê û saziyên wê, ji leşkerîyê sarkirina xelkê. Wî gotiye ji ber ku ew “redkarê wijdanî*” ye ew li dijî hemî tevgerên biçek e û yek ji karên wî sarkirina xelkê ye.
Işik dê 8ê Adara 2019ê siet 10.00ê li Dadgeha Stenbolê ya li Kartalê bê dadkirin.
(EKN/MB)
* Dema wijdana kesekê/î kirina tiştekî rast nebîne û sekna li hemberî wê wek karekê dibîne dibe redkarê/a wijdanî.