Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Derbarê Rojnameger Mehmet Alî Erdoganî de ji ber peyama wî ya “TIRên alîkariyê û makîneyên karî yên ku li Herêma Kurdistanê hatine şandin li Semsûrê tên sekinandin” lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Ji ber gotina “Herêma Kurdistanê” ya ku di peyamê de bûye ji bo îfadeyê bang li rojnameger Erdoganî kirine. Erdogan bi sûcê “propagandaya rêxistina terorê” hatiye tawanbarkirin.
Erdogan li Rêvebiriya Emnîyeta Navçeya Sûltangaziyê îfade daye û piştî îfadeyê serbest bûye.
Polîs pirsiye ku “Kurdistan” kîderê ye
Rojnameger Erdogan bi bîanetê re axivî û weha got:
“Di roja şeşemîn a erdhejê de çavkaniyên nûçeyan ên min li ser WhatsAppê dîmen şandin ku TIR û makîneyên karî yên li Kurdistanê hatine sê roj in li Semsûrê hatine ragirtin. Min jî dîmen li ser Twitterê belav kirin.”
“Wê gavê min hizir kir ku belkî ew posta min were dîtin û bikevin nava liv û tevgerê û kesekî ku di bin xirbeyan de be were rizgarkirin. Zêdeyî 30 roj di navberê de derbas bûn. Dema ku ez duh (19ê Adarê roja Yekşemê) ji xew rabûm, min dît ku du caran telefonên min kirine. Ez li wan geriyam. Polîsek got ez ji Şaxa Ewlekarî û Dije Terorê diğerim divê tu were îfadeyê bide.”
“Helbet ez çûm. Min jî mijar meraq dikir. Peyama navborî ya ku min belav kiribû anîn ber min. Min jî got ku di posta navborî de propagandaya rêxistinê nîne.”
“Heta dema min ji polîsan pirsî, “Li vir propaganda li ku ye?” bersiv da û got, “Va ye Herêma Kurdistanê. Ev li kuderê ye? Gotin: “Cihekî wisa heye?”
“Min jî got, 'Eyaleta Kurdistana Îranê heye. Li Iraqê herêmek federal heye. Qanûnî Siltan Silêman jî heman îfadeyê bi kar tîne. Heta Atatürk jî bi kar tîne. Siyasetmedarên niha jî jê re dibêjin Kurdistan. Di nûçeya Ajansa Anadolûyê de jî derbas dibe.”
“Piştre ez hatim berdan, îfadeya min şandin dozgeriyê. Niha em li bendê ne ku dê çi bibe. Ez matmayî mam. Ji ber ku tişteke beridayî ye. An kesek ji ber vê twîtê gilî min kiriye an jî Walîtiya Semsûrê gilî kiriye. Ji ber ku propagandaya terorê ji vir nayê derxistin.”(HA/AY)