Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ji ber nirxandinên wan ên li ser medyaya civakî yên derbarê operasyona Gareyê de Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê lêpirsînname ji bo Huda Kaya û Omer Faruk Gergerlioglu, Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) amade kiriye.
Serdozgeriyê duh (14ê Sibatê) di saetên êvarê de aşkere kiriye ku ji ber nirxandinên wan ên li ser medyaya civakî yên derbarê operasyona Hêzên Çekdar ên Tirkan (TSK) li Gareya Herêma Kurdistanê de, lêpirsîname amade kirine.
Serdozgeriyê diyar kiriye ku “Ji bo kesên parvekirin kirine, li gorî Xala 7/2yê ya û ya 301yê ya Qanûna Cezayan a Tirkan a hejmar 5237ê lêpirsînname amade kirine.”
Kayayê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî gotibû “Ma gelo rastî ewqas tê berovajîkirin? Malbatên van leşkerên me yên dîl gelek caran hatin serdana me kirin, hevdîtin bi partiyan re kirin. Her gava ku me got aştî, wan êrîş kirin. TRyê kampa dîlan bombebaran kir û dema dîtin ku mirine sekinandin. Kesên ji tezkereyên şer re gotin erê niha şînê girê didin.”
Çi bûbû?
Wezareta Parastina Netewî di 10ê Sibatê de daxuyaniyek weşandibû û goibû ku TSKyê li Gareyê bi navê “Operasyona Pencik Baz-2yê” dest bi operasyonê kiriye.
Hulusî Akar, Wezareta Parastinê duh daxuyaniyek dabû û gotibû ku 13 leşker û polîsên di demên cida cida de PKKyê ew desteser kiribûn, di dema operasyonê de can dane.
Wezaretê di 11ê Sibatê de leşkerên bi navê Burak Coşkun, Ertug Guler û Harun Turhan mirine. (RT/FD)