Ji ber formayê Amedsporê heqaret li jinekê hat kirin
Li gorî dîmenên ku li ser medyaya civakî hatine belavkirin, li Meydana Trabzonê jineke ku formaya Amedsporê li xwe kiribû rastî berteka hinek kesan hatiye.
Di dîmenan de xuya dibe ku hinek kes bi heqaretan daxwaz ji wê jinê dikin kuformayê Amedsporê ji xwe bike.
Piştî aloziya ku qewimî, hevjînê wê jinê yê ku li gel wê bû, tîşortê xwe derxistiye û bi ser formaya Amedsporê de li hevjîna xwe kiriye. Ev kêlî di dîmenan de jî xuyadibin.
Di dîmenekî din de ew jina ku formaya Amedsporê li xwe kiriye, bersiva jineke ku bertek nîşan daye dide û dibêje: "Ez ne terorîst im, ez ji Amedê me. Hevserê min jî ji Antalyayê ye."
Di dîmenan de xuya dibe ku jinê formayê Amedsporê û hevserê wê jî formaya Beşiktaşê li xwe kiriye.
Daxuyaniya Amedsporê
Amedsporê derbarê bûyerê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku ew dîmenên derbarê êrişa devkî ya li ser welatiyeke wan a ku ji ber formayê Amedsporê rastî êrişê hatiye, bi xemgînî dişopînin.
Klubê tekez kir ku lixwekirina formayê tîmekê nîşana hezkirin û girêdana bi werzişîye. Ji ber vê yekê, divê ti kes ji ber lixwekirina formayê tîma ku piştgiriya wê dike xwedi bin zextê de hîs neke.
Amedsporê ev bûyer şermezar kir û bangî rayedarên dadwerî kir da ku ji boberpirsan pêvajoyeke qanûnî ya pêwîst were destpêkirin. Klubê her wiha eşkere kir ku ew bi xwe jî dê serlêdanên qanûnî bikin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev bûyera ku qewimiye nabe ku ji bo bajarekî,tîmekê yan jî hemû koma alîgiran were pênasekirin.
Amedsporê bang kir da ku maça nêzîk a di navbera Amedspor û Trabzonsporê deli şûna alozî, di nav atmosfereke ku hêza yekker a futbolê û rêzgirtina dualîderdikeve pêş de were lîstin. Amedsporê bangî alîgirên xwe jî kir da ku li hemberî provokasyonên muhtemel bibêhnfirehî û hişmendî tevbigerin.
Klubê daxuyaniya xwe bi vê peyamê bi dawî kir: "Em dê parastina atmosferekewisa ya futbolê bidomînin ku ne cudakar lê yekker be, aloziyê mezin neke lêbêhnfirehiyê xurttir bike."
(AY)
*Çavkanî: Rûdaw, AW