Fotograf: Ji albûma malbatê hatiye wergirtin (Çavkanî: AA)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Lêpirsîna derbarê êrîşa çekdarî ya li dijî welatiyên Herêma Kurdistanê ya Iraqa Federal, dewam dike. Li dijî wesayitekê êrîşeke çekdarî pêk hatibû û di encamê de 5 kes miribûn.
Walîtiya Mêrdînê duh (19ê Kanûna Paşiyê) daxuyaniyek weşandibû û gotibû ku "Bi fermana Serdozgeriya Komarî ya Mêrdînê kesên bi navê M.Ş., F.A., A.Y. û A.K. yên gûmanbar hatine desteserkirin."
Di berdewamiya lêkolînan de du kesê bi navê M.Y. û Z.K. jî hatine desteserkirin û hejmara desteserkiriyan gihîştiye 6an.
Serdozgeriya Komarî ya Mêrdînê ji Rûdawê re gotiye ku cendermeyan bi ser malên gûmanbaran de girtine û ew desteser kirine. Her weha li Qereqola Cendermeyan a Ogûzê îfadeyên wan hatine wergirtin û wan di îfadeyên xwe yên destpêkê de gotiye, "ji bo şelandinê wan ev kar kiriye."
Bixwîne - Li Mêrdînê di êrîşekê de 5 kesên ji Herêma Kurdistanê hatine kuştin
Dozgerî destnîşan kiriye ku gûmanbar niştecihên Nisêbînê ne û çekên ku di dema êrîşê de hatine bikaranîn jî, bidest xistine.
"Dijminatiya me û ti kesî nîne"
Cenazeyên qurbaniyan piştî ku otopsiyên wan li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdîne hatine kirin, radestî malbatên wan hatine kirin.
Cenaze birine Herêma Kurdistanê û li vir merasîma binaxkirina wan pêk hatiye.
Çi bûbû?
Şevê din saet li derdora 00.30 deqîqeyan de li ser Rêya Armûşê ya Mêrdînê, êrîşeke çekdarî li wesayîteke Herêma Kurdistanê ya Iraqa Federal pêk hatibû. Li gorî nûçeya MAyê êrîş li derdora Qesra Serçixanê ya di navbera Nisêbîn û Qoserê de pêk hatibû. Di êrîşê de Hindrîn Abdullah Salih (39), Wahîde Heyder Casim (63) û Abdullah Salih Mustafa (69) li cihê bûyerê can dabûn. Çîmen Şahîn Qalid (75) û Ehmed Celaledîn Îbrahîm (45) jî bi giranî birîndar bûbûn lê Cîmen Şahîn Xalid li nexweşxaneyê miribû.
Ehmet Celaledîn Îbrahîm jî di nava rojê de can dabû û di encamê de hejmara miriyan derketibû 5an.
Kesên nasnameya wan nehat zanîn jî bi wesayîtekê ji cihê bûyerê reviyabûn.
Komên tenduristiyê yên li cihê bûyerê hatibûn veguhestin cenazeyên 3 welatiyan rakiribûn morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê. (SD/FD)