Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a Fransayê(AFP) Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê reşbelekek amade kiriye û dixwaze ji bo reşbelekê deng bêne dayin.
Piştî îdiayên ku diyar dikin li navçeya Dumayê ya bajarê Gutê ya Sûriyeyê bi çekên kîmyayî êrîş hatiye kirin endamên Lijneya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî yên nûnerên Fransa, Ingilîzîstan û DYAyê daxwaza kombûnê kiriye.
Bixwîne - NYyê agirbest îlan kir lê hikûmeta Sûriyeyê êrîşên li Gutayê nesekinandine
Nûnerê taybet yê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî, Staffan de Misturayî got divê ji bo vê êrîşa “dilxelîn” lêkolîneka bêalî bê kirin.
Trump: Bersiv dê bê dayin
Serokê DYAyê Donald Trumpî piştî civîneka digel fermandarên leşkerî yên pilebilind daxuyandiye ku “bi dijwarî bersiva bûyerên li Sûriyeyê bûyîn dê bêne dayin.”
(PT/MB)