Fotograf: Facebook
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkana ku li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan girtî ye, ji ber derçûna fermandarê rêxistina Ahrar’uş Şarkkiyeyê Ebû Hatîm Şakrayî ya ji Zanîngeha Artûklûyê, giliyê berpirsan kiriye.
bianetê heftaya borî derxistibû holê ku Ebû Hatîm Şakra li beşa Zanista Siyasetê û Têkiliyên Navnetewî ya Artûklûyê xwendekar bû û di 6ê Hezîranê de derçûye. Neteweyên Yekgirtî (NY) Ahrar’uş Şarkkiye “bi kirina sûcên şerî” sûcdar dike.
Li gorî MAyê Ayşe Gokkanê bal kişandiye li ser derçûna Şakrayî û gotiye Şakra jig elek qetlîaman berpirse ku kuştina siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelefê jî di nav de ye.
Gokkanê di gilînameya xwe de diyar kiriye ku ji ber vê rewşê, ew giliyê Zanîngeha Artûklûyê, Hakan Fîdanê heta demeke nêzîk serokatiya Rêxistina Îstîxbaratê ya Netewî dikir ku erk û bandora wî di berdewamkirina xebatên vî rêvebirê rêxistinê de yên li Tirkiyeyê hene, rayedarên din ên MÎTê, hemû karmendên van sûcdaran diparêzin dike.
Gokkanê gotiye ku sûcên vê rêxistinê û piştgirên wê kirine, dikevin nava sûcên giran ên şerî û peywîra dozgeran e ku ji b ovan sûcan û sûcdaran bikevin nava liv û tevgerê.
Çi bûbû?
Ebû Hatîm Şakra, yek ji fermandarên rêxistina bi navê Ahrar’uş Şarkkiyeyê ji Zanîngeha Artûklû ya Mêrdînê derçûye. Navê Ahrar’uş Şarkkiyeyê bi gelek “sûcên şer” re derbas dibe û gelek caran mafên mirovan binpê kiriye.
Ebû Hatîm Şakra li beşa Zanista Siyasetê û Têkiliyên Navnetewî ya Artûklûyê xwendekar bû.
Şakra 6ê Hezîranê tevî merasîma derçûnê bûye. Li ser cibbeyê Şakrayî navê Ahmed (Îhsan Fayyad) el-Hayes hatiye nivîsîn.
Ahrar’uş Şarkkiye bi kuştina Sekretera Giştî ya ya Partiya Siberojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelefê ve tê tohmetkirin. Her weha bi gelek kuştinên din ên sivîlan jî.
Wezareta Xezîneyê ya DYAyê di Tîrmeha 2021yan de ji ber sûcên ku kirine, Arhar’uş Şarkiye xistibû nav lîsteya kesên mueyide li wan tê kirin.
Yek ji wan kesên ku Wezaretê biryar derbarê wî de daye Ebû Hatem Şakra ango Ahmed Îhsan Fayyad el-Hayes, yê din jî pismamê wî Ebû Cafer şakra ango Raed Jassim al-Hayes (Raed al-Hayes) bû.
Di heman demê de Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekgirtî, ji ber çalakiyên wan, rêxistin bi “kirina sûcên şerî” töhmet kiribû.