Li Wanê di 1ê Çiriya Pêşiyê de li ser Kolana Mereşê 6 çawişên pispor 2 jin tacîz kiribû. Derbarê jinên ku xwestin li pêş avahiya Komeleya Starê bi daxuyaniyekê bûyerê protesto bikin de lêpirsîn hat vekirin.
Li gorî nûçeya JinNewsê Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Wanê ve hatiye destpêkirin de,8 jin bi îdiaya ku "kîn û dijminahî xistine nav gel” tên sûcdarkirin.
Jinên ku lêpirsîn li wan hatiye vekirin, ev in:
Ji rêveberên Komeleya Jinan a STARê Sevgî Ozdînç, Serap Guvenç, Rojbîn Bor, ji parêzerên komeleyê Zeynep Demîr, Hevseroka HDPa Wanê Handan Karakoyûn û aktîvîsta TJAyê Aynûr Tarhan
Tê payîn ku jinên navborî biçin Emniyeta Wanê û îfade bidin.
(EMK/AY)