Foto: AA / arşîv
Bi biryara hejmara 16an ya Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê, hatin û çûna li nav bajarên Hewlêr û Silêmaniyê ji bo 48 saetan hatîye qedexekirin.
Wezareta Navxweyî ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihandîye, ku biryara qedexeyê ji saet 00:01ê 14ê Adarê ve dest pê dike.
Di daxûyanîya wezaretê da hatiye destnîşan kirin, İraqî yan bîyanîyên ku ji welatên wekû Avûstûrya, Bosnahersek, Belçîka, Çekya, Danîmarka, Estonya, Fînlandiya,Fransa, Almanya, Yewnanistan, Macaristan, İzlanda, İtalya, Letonya, Lîhtenştayn, Lîtvanya, Luksemburg, Malta, Hollanda, Norveç, Polonya, Portekîz, Slovakya, Slovenya, Îspanya, Swêd û Swîsre têne ji bo herêma Kurdistanê, divê ew kesana ger ji 30 rojî zêdetir li wan welatan maye be li derîyê sînor yan li firokexaneyê wan kes/kesan bigrin bin karantînayê û testa wan ya vîrûsa covîd-19yê bikin.
Herweha wezaretê diyar kiriye, ev biryarana ji bo dîplomatên bîyanî nîne. lê divê bi wan ra jî pêwîste bawernameya tendirustîyê Medical Clearence hebe ku tê de gotibe ev kes hilgirê vîrûsê nîne.
Li gor daxuyaniyê, ev biryar di çarçoveya tevdîrên ji bo rêgirtina belavbûna vîrusa covîd-19yê da hatiye dayîn. (AY/FD)