Kaynak: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ji ber şewba vîrusa Covîd-19yê 24em Festîvala Cazê ya Enqereyê ya Navneteweyî dê online pêkbînin.
Her weha 31em Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Enqereyê jî ji bo dîrokekê pêş hatîye taloqkirin. Divîyabû festîvala fîlman di navbera 4-14yê Hezîranê de pêkbihata.
Komeleya Cazê daxuyanî daye û eşkere kirîye ku xebatên festîvala diviya di navbera 30ê Nîsan û 10ê Gulanê pêk bihata temam bûye. Festîval 18 bernameyan li xwe digire. Herweha konser wê di malperê de bi awayê zindî bê weşandin.
Tugçe Alpaslan, Dîrektorê Festîvalê dîyar kirîye û gotîye: "Di demeke kurt de bernameyan me wê di malperên me yên weke ankaracazfestivali.com û cazdernegi.org da belav bibin.
Festîvala Fîlman hatîye taloqkirin
Ji ber vîrusa Covîd-19yê, 31em Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Enqereyê ji bo dîrokekê pêş hatîye taloqkirin.
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Enqereyê daxuyanîyekê nivîskî daye û destnîşan kiriye, dema serlêdanan di 25ê Adarê da temam bûye û 1278 fîlman serî li festîvalê dane. Herweha di daxuyanîyê da hatîye gotin, ku jûrî nirxandinên xwe di domînin û dê encam jî di demên pêş de bên eşkere kirin. (AO/AY/FD)