Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Atolyeya Şanoyê ya Kolektîf a Zanîngeha Dîcleyê, di demsala nû ya şanoyê de wê lîstika “Poz” bilîze.
Atolyeyê ev şano ji ber çîrokeke Gogolî derxistiye.
Lîstika şanoyê cara pêşiyê li navenda kongreyê ya zanîngehê hatiye pêşandan. Her weha wê di demên pêş de li dibistana bilind a pîşeyî ya Zanîngeha Şirnex û ya Zanîngeha Dîcleyê were lîstin.
Sena Ayranci, Seroka Komê wiha gotiye: “Demeke dirêj e em ji dikê dûr ketin û me xwest em lîstikeke wiha bilîzin ku him bi naverok, him jî bi enerjiya wê temaşevanan kelecanî bikin. Demeke dirêj e ku ekîba me dixwest lîstekeke bi kurdî bilîze û ev berhem ji bo estetîka adaptasyona kurdî ya ekîba me gelekî guncav bû. Ev hemû hatin ba hev û ‘Poz’ derket holê. Me xwest em temaşevanên xwe kelecanî bikin û ew bibêjin ‘Her bijî şanoya kurdî’.”
Koma şanoyê di sala 2014an de ava bûye û heta niha lîstikên bi navê “Azîzname”, “Yaşamak mı Ölmek mi?”, “Düdükçülerle Fırçacıların Savaşı”, “Sen Gara Değilsin” û hinên din lîstine.
“Poz” wê roja 10ê Kanûna Pêşiyê li Zanîngeha Şirnexê û 24ê Kanûna Pêşiyê jî wê li Zanîngeha Dîcleyê were lîstin.
Derbarê “Poz”ê de
Yek ji wan çîrokên Gogolî ye ku di nava “Çîrokên Petersbûrgê de ye. Di serdema çarîtiyê de nivîsandiye ku Rûsya wê demê bi monarşiyê dihate birêvebirin. Gogol pêşekê realîzma Rûsan e. Di çîrokê de pozek dest ji rûyê xwe berdide û di rola karmendekî dewletê de ye. Gogolî çîrokeke surrealîst nivîsiye lê behsa civaka rûsyayê ya wê serdemê dike. (AÖ/FD)