Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Me “pirtûka destan a nûçegihaniya zarokparêz-zarok û nûçe” bi zimanên tirkî û kurdî weşand. Umay Aktaş Salmanê nivîsî. Ezgi Komanê ji bo weşanê amade kir. MYRAyê dîzayn kir û me bi awayekê dîjîtal weşand.
Edîtorên bianet/kurdîyê, Murat Bayram û Ferid Demirelî digel nûçegihanê bianet/kurdîyê Aren Yıldırımî pirtûk wergerandiye kurdîyê.
Ev pirtûk yekem rêbera nûçegihaniya zarokparêz e ku li Tirkiyeyê bi zimanê kurdî hatiye weşandin.
Wergêrên “pirtûka destan a nûçegihaniya zarokparêz-zarok û nûçe” bersiva pirsên Elîf Unalê yên li ser wergera kurdî dan.
Ferîd Demîrel:
“Nûçegihaniya zarokparêz di nûçeyên tirkî de çawa be di nûçegihaniya kurdî de jî welê ye. Ji ber ku medyaya kurdî di vê civatê de derdikeve.
“Erê her roj nûçegihan ji bo vê yekê hişyartir dibin lê hê jî cihê xwe negirtiye. Ne rêk û pêk e.”
Murat Bayram:
“Ne bi tenê civaka kurdî... di civatên wek civata kurdan polîtîk bûyîn de zarok wek beşeka polîtîkayên mezinan di nûçeyan de cih digirin.
“Nûçegihan carinan difikirin ku ew mafên zarokan diparêzin lê dikarin hingê bi berhema xwe mafên wan binpê bike.”
FD:
“Zarokên kurdan di şerî de mezin dibin... Ev yek tesîreka rasterast li pêvajoya mezinbûn û kamilbûna me dike.
“Mesela duhî doza herdu zarokên li Slopyayê bi panzêran(cûreyekê wesayitên zirxkirî) hatîn kuştin hebû. Erê mafên zarokan divê bê parastin lê rastiyeka dî jî heye ku mafê jiyanê tê binpêkirin.”
MB:
“Ji ber ku ji bo perwerdeya rojnamegeriya kurdî li Tirkiyeyê ti xebat nayên birêvebirin gavika bianetê gelek qedirbilind e.
“Hêzên kurdan ên herî mezin ên ku dikarin medyaya wan hebin bi tenê rêxistinên sîyasî ne. Ev yek jî we dike ku organên rêxistinên siyasî ji xeta siyasî nekare derbikeve.”
FD:
“Pirtûk bi awayekê zelal nîşan dide heke hûn li cihekê ku şer lê heye nûçeyan çêbikin divê hûn mafên zarokan biparêzin.”
Aren Yıldırım:
“Heft-Heşt sal in ku ez wergerê dikim. Min ji zimanên farisî, tirkî, kurdî werger kirine. Nûçegihaniya zarokparêz beşeka nû ye. Ji ber wê ez jê hînî gelek tiştan bûm.
“Têgehên nû hene. Nîşan dide ka divê hûn bi zarokan re çawa bikevin peywendiyê”
(EU/HK/MB)