2 roj berê (18ê Gulanê) ji bo bîranîna 51emîn salvegera mirina damezrînerê TKP-ML/TÎKKOyê Îbrahîm Kaypakkaya li navçeya Kadikoya Stenbolê ciwan kombûn. Ji wan ciwanan 4 kes hatin girtin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, di bîranîna Kaypakkaya de 20 ciwan hatine desteserkirin. 16 ji wan li Rêvebiriya Emniyeta Stenbolê ku li Fatîhê ye hatin berdan.
4 kesên ku li edliyeyê destên wan ji piştê ve hatine kelemçekirin li dozgeriyê karên wan yên îfadeyê bi dawî bûye û dozgeriyê bi daxwaza girtinê ew şandin dadgehê. Dadgehê bi îdiayên "propagandaya rêxistinê kirine", "li hemberî polêsan li ber xwe dane" û "li dijî qanûna bi hejmara 2911 derketine" biryara girtina wan daye.
"Kaypakkaya nayê krîmînalîzekirin"
Ciwanên ku hatin girtin yek jê şandin Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê, yên din jî şandin Girtîgeha Maltepeyê.
Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) ya Stenbolê di daxuyaniya xwe ya derbarê mijarê de ev tişt got:
“Ji bo 4 muwekîlên me yên ku duh li Kadikoyê xwestin Îbrahîm Kaypakkaya bibîr bînin û hatin desteserkirin, biryara girtinê hat dayîn. Biryara girtinê ya ku tu hinceteke wê ya hiqûqî tune ye û bi temamî kêfî ye, nikare Kaypakkaya û nirxên wî krîmînalîze bike."
(TY/AY)