Ji ber berfê li Wan û Colemêrgê rêyên 176 cihan hatin girtin
Tîmên vekirina rê xebatên xwe didomînin. Li herêmê ji ber berfê rêyên bi dehan navçe, gund û taxan girtî ne.
Li bajarên Wan û Colemêrgê ji ber şert û mercên hewayê û berfa zêde rêyên 176 cihan hatine girtin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê daxuyanî da û diyar kiriye ku li bajêr ji ber berfê rêyên 97 cihên niştecihbûnê girtî ne.
Li gorî nûçeya Rûdawê tîmên şaredariyê li navçeya Elbakê jî piştî barîna berfê dest bi paqijkirina kolan û cadeyan kir.
Colemêrg
Li Colemêrgê jî berfa ku bi şev bariya bû sedema astengiyên çûn û hatinê. Li gorî agahiyên Îdareya Taybet a Bajêr, ji ber berfê rêyên 79 cihên niştecihbûnê hatine girtin.
Tîmên têkoşîna bi berfê re ji bo vekirina van rêyan xebatên xwe didomînin.
(AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.