Li Colemêrgê, Bedlîs, Wan û Sêrtê ji ber berf zêde bariyaye, dibistan hatine girtin.
Li navenda Colemêrgê dibistanên ku xwendekarên wan ji dûr tên, li navçeya Geverê jî hemû dibistan ji ber berfê ji bo rojekê hatinegirtin.
Walîtiya Colemêrgê biryara betlaneya dibistanan li ser malpera xwe ya fermî ragihandiye.
Li Motkiya navçeya Bedlîsê jî ji ber heman sedemê dibistan di betlaneyê de ne. Li vê navçeyê Qaymeqam Hasan Huseyîn Ûzanî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî diyar kiriye ku ew ê ji bo rojekê dibistan girtî bin.
Di vê navberê de li navçeyê ji ber berfê elektrîk qut bûye. Hatiye destnîşankirin ku jinên ducanî û xebatkarên kêmendam wê neçin kar.
Li sê navçeyên Wanê dibistan venebûne
Li Elbak, Miks û Şaxê, her sê navçeyên Wanê ji ber barîna berfa zêde dibistan hatinegirtin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da diyar bûye ku li bajêr rewşa hewayê xirab e.
Li Şêrwana navçeya Sêrtê ji ber barîna berfê li 12 dibistanên gundan perwerdeya xwendekarên ji gundan dihatin bajêr, rawestandine.
Qaymeqam Recep Hasarî di daxuyaniya xwe da diyar kiriye ku, li navçeyê barîna berfê û şertên neyînî yên hewayê didomin.
Hasarî gotiye, lewma jî li gundên navçeyê Cevizlik, Elmadali, Yamaçli, Nallikaya, Oya, Kesmetaş, Ormanbagi, Kayahisar, Ozpinar, Adiguzel û Çeltikyoluyê perwerdeya xwendekarên ku ji dûr tên bo îro hatiye rawestandin. (FD)
*Çavkanî - Fotograf: AA