Fotograf:AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Berfa ku duh saetên berê êvare dest pê kiriye hîn jî didome. Ji ber berf û cemedê û girtina rêyên li navend, navçe û gundên bajaran li Amed, Riha, Dîlok, Elezîz, Dîrsim, Mêrdîn, Riha, Mûş, Qers, Erzîngan, Çewlig, Meletî, Mereş, Sêwas, Erzerom, Bedlîs, Îdirê û çendîn bajarên din ji bo rojekê (19'ê Kanûna Paşiyê) dibistan hatine girtin.
Tê payîn ku heta saetên êvarê li van bajaran barîna berfê bidome.
Amed
Li Amedê berfê li gelek deveran rê girtine û welatî di çûn û hatinê de zehmetiyan dibînin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, ji ber berfê rêyên nava bajêr girtiye, mînîbus û otobis nikarin kar bikin û welatî neçar mane bi pêyan biçin karên xwe.
Qers
Li Qersê ji ber berf û bagerê li tevahiya bajêr îro dibistan hatin girtin.
Li gor daxuyaniya Walîtiyê, ji ber ku li bajêr û navçeyan berf dibare û ji ber rewşa hewayê ya nebaş, li tevahiya bajêr, dibistan wê 19ê Kanûna Paşiyê roja çarşemê venebin.
Di daxuyaniyê da hatiye gotin ku karmendên astengdar û ducanî wê îro ji bo wan betlane be.
Mêrdîn
Li Mêrdînê ji ber berfê ji bo rojekê wê dibistan neyên vekirin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hatiye diyarkirin ku ji ber rewşa hewayê li tevahiyê bajêr dibistan ji bo rojekê wê girtî bin.
Personelên dewletê yên ducanî û astengdar jî wê neçin kar.
Erzîngan
Li Erzinganê ji ber barîna berfê dibistan ji bo rojekê girtî ne.
Walî Mehmet Makasî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî mesawek weşandiye û tê de diyar kiriye ku li bajêr şertên neyînî yên hewayê bi bandor e: "Li seranserê parêzgeha me ji ber şertên neyînî yên hewayê 19ê Kanûna Paşiyê roja Çarşemê hemû dibistanên me ji bo rojekê hatin girtin. Ji personelê qamûyê yê astengdar û ducanî re jî destûra îdarî hat dayîn."
Îdir
Li Îdirê ji ber berfê îro dibistan wê girtî bin.
Li bajêr berfa bi şev dest bi barînê kir û li herêmên bilind tesîra xwe zêde kiriye.
Konya
Li 14 navçeyên Konyayê ji ber berfê dibistan venebûne.
Ew navçe ev in: Halkapınar, Beyşehir, Hüyük, Derebucak, Ereğli, Taşkent, Tuzlukçu, Bozkır, Seydişehir, Sarayönü, Derbent, Ahırlı, Akören, Yunak.
Karaman
Li Karamanê jî li navend û navçeya Ayranci, Kazim Karabekir, Başyayla û Ermenekê dibistan venebûne.
Mêrsîn
Li navçeya Sîlîfkeyê ji ber barîna berfê îro dibistan nehatine vekirin. Li Gulpinarê jî wê perwerdeya online pêk were. (AÖ/FD)
*Çavkanî: MA, AA